Bazê Kal kitaplarından Qazî Muhammed kitap alıntıları sizlerle…
Qazî Muhammed Kitap Alıntıları
Gelê Kurd, ne te û ne jî hevalên te, şehîdên Kurdistanê jibîr nake.
– Qazî Muhamed
Bo te dinalim.
Çima Nêrgiz çilmisîn?
Qey çima,
Bextê me ho ye?
Em bê dost û bêkesin.
Her maye qewmê Kurd, bêziman
Naşikê û danayê, bi topên zeman
Kes nebê Kurd dimirin.
Kurd jîn dibin,
Jîn dibin, qet nakeve, Ala Kurdan
Heya ku, dilipa xwîna min, ya dawî û heya bêhn û hilma min, ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku, di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da, Ala Kurdan, li asîmanên azad bimilmile, ez ê bixebitim. Ev soz, peyva devê Qazî Muhamed, peyva devê suxrekarê Gelê Kurd, peyva devê min e.
Kî ku, ji rêza xwe derbikeve, li xizanan, li bindestan, li bêkesan, zilmê bike, bila baş pê zanibe. Kesê hemî bêkesan ez im. Em ê wî kesê zordar bigrin û bişînin dojehê. Ev yek, ji bona Xweda, karekî hêsane.
Perestiyên xwe, oldariyên xwe, bi dil û bi wext, bi cîh bînin. Ji ola xwe, ji oldariya xwe sar nebin.
2 – Yekîtî û hevkariya navbera gelê xwe, biparêzin.
Xerabiyê, bêbextiyê, xayîtiyê, bi hev û du ra, bi birayên xwe yên Kurd ra, nekin.
3 – Ji bona ku, dijminên we, we bi ramyar û siyasetmedarên xwe, yên xapînok û ziman xweş, nexapînin, dibistanan, zanîngehan vekin. Perwerdehiya xwe û Gelê Kurd bilind bikin.
4 – Bi dijminên xwe, nexapin. Bi girîngî jî, bi Eceman nexapin. Ji be ku, gelê Ecem, dijminên yekitiya me ne, dijminên Ola me ne, dijminên gelê me ne. Dijminên Ala me ne. Dijminên welat û nîştimanê me ne.
5 – Li vê Dinê, ji bo jiyaneke kin, bêrûmet û ne hêja, xwe û birayên xwe, nefiroşin dijminên xwe. Dijmin, dijmin e. Dijmin mîna mar e. Û bi dijmin, bawerî nabe.
6 – Bizanin ku, bêbextî û xayîntî, li hember kî bête kirin, bila bête kirin, zûh dizivire û dîsa xwediyê xwe dibîne. Bi hev û du ra, rastbin, ne bêbextbin, ne xayînbin.
7 – Ku, yek ji we, di kar û xebatên xwe da, ne bêbext be, bi wî kesî ra alîkarbin. Ni dest wî bigrin. Nebin sîxurên dijminên xwe. Veşarî û nihanên xwe û gelê xwe, ji dijminên gelê xwe ra, eşkare nekin.
8 – Di Hosînameya min da, tiştên ku, min ji bona camiyan û, ji bo nexweşxaneyan, ji bona dibistanan, ji bona fêrgeh, zanîngeh û komelan, ji bo hemî saziyên, hunermendan, helbestvanan, destbikêran, bazirganan, pîşekaran, nivîsiye, bi cîh bînin.
9 – Mîna hemî gelên cîhanê, hûn jî, ji bona ku, hûn ji bindestiyê, ji bendeganiyê, rizgar bibin, li hember dijminên xwe, têkoşîneke bê hempa bikin. Têbikoşin.
Ku, welatê we hebe, her tiştên we heye. Ku welatê we hebe, hûn ê azadbin, hûn ê biserkevin. Ku, welatê we tune be, tiştekî we tune.
10 – Ji deynê Xwedayê min, ji canê min, wê da, ji tu kesan ra, ji tu saziyan ra, deynên min, stûxwariya min tune ye. Ku, mirovek an jî saziyek derbikeve û bêje ;
Deynê Pêşawa Qazî Muhamed ji min ra heye. malên min pir e. Mal û melalên malbata min jî pir e. Çi bixwaze, bi qandî du mafên wî, bidinê. Bila ew jî, li min, mafên xwe fihêl bike, helal bike.
Kurdistan yek e. Dayika me ye. Welatê me hemî Kurdan e. Çar parê Kurdistanê, deşt û çiya, zinar û gelî, dar û devî, gund û bajêr, çem û kendal, merg û kanî, seranser, mala me ye. Mala hemî Kurdan e.
Ji îro û şûn va, bi sozê dijminên xwe, bi bextê dijminên xwe, bi zimanên dijminên xwe, yê şêrîn, nexapin.
Ji sozên dijminên xwe bawer nekin. Soz bi zimane. Zimanê dijmin, bê dasiye. Zimanê dijmin jî, lo çar alî diqelibe. Dijminên Kurdekî birayê me, ji bona me, bizanin ku, dijminê hemî Gelê Kurde. Bizanin ku, dijminên Gelê Kurd jî, devnixwînin, bêwicdanin û bêşewatin.
Dilê dijminên me, bi me, naêşe, naşewite. Ji bona ku, me, Gelê Kurd dijmin dibîne.
Wê dijminên me, me ni destên birayên me, bidin kuştin. Wê dijminên me, me bi hev û du, bidin kuştin. Wê dijminên me, destên me, bi xwîna birayên me, sor bikin. Hine bikin. Û bişon.
Li hember dijminan û zordaran serê xwe, bilind bikin. Bejna xwe, netewînin. Stûyê xwe xwar nekin. Xwe, rûmeta xwe, nefiroşin. Dijminên me, dijminên Gelê Kurd, zordarin, xwînxwarin û bêşewatin
Ez bi navê Xweda yê Mezin, bi navê Xweda yê Erd û Ezmanan, li ser Qurana Pîroz, li ser Ala Kurdan û li ser Welatê xwe, li hember Gelê Kurd, li ser hemî baweriyên xwe û li ser rûmeta xwe, destekî min li ser Qurana Pîroz, destekî min li ser Ala Kesk û Sor û Zer, sond dixwim. Sonda mezin dixwim.
Heya ku, dilopa xwîna min, ya dawî û heya bêhn û hilma min, ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku, di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da, Ala Kurdan, li Ezmanên Azad bi milmilê, ez ê bêsekn bixebitim.
Dibe Kurdistan.
Lê belê Xweda yê min, ji bona yên mîna te jî, zûrîn û evtina segîtiya Dewleta Eceman, hiştiye. Para te ji ewe. Ji sibehê da, ewtî na te ye. Tu bi navê Şahê Îranê û bi devê şahê Eceman, mina segên devderiyan, dizûrî.
Bo te dinalim.
Çima Nêrgîz çilmisîn?
Qey çima,
Bextê me Ho ye?
Em bê dost û bêkesin.
Bila Şahê Îranê û dewleta Îraniyan, hemû rik û kîna dilên xwe ya Gelê Kurd ji min, ji kuştina Qazî Mihemed bigrin. Bila min an li kuçeke tarî gulebaran bikin û bikujin. An jî li qada bajêr li hemberî Gelê Kurd darva bikin. Lê bila jinên Kurdan, dayîkên Kurdan negirîn. Bila rondikên çavan nebarînin. Bila kevirek li serê tilîka zarokekî Kurdan nekeve.
Hûn Welatê me dagir dikin û hun êrişê tînin ser bajarên me, ser malên me, ser gelê me, ser kal û pîrên me, ser zêç û zarokên me.
Pêwiste ku ev roj, di vê demê da, di vê dadgeha bê dad da, di vê dadgeha bê maf û bêhiquq da, hûn û Şahê we bêtin darizandin.
Hûn di xaka me da, di mala me da, di welatê me da, me dikujin, me digrin û diavêjin zîndanan. Dewleta Eceman dagirker e û mîna giştî dewletên dagirker, qirêj e. Hûn jî Şahê we jî, Dewleta we jî, reşkuj e. Hûn, gelê Kurd xayîn û dijmin dibinin.
Belê Mela Mistefa, peyva devê te rast e. Ez zanim ku wê Şah min bikujê, min darvebike. Lê belê ji bona tekoşineke nû, ji bona gaveke nû, ji bona min jî û ji bona gelê min jî, êdi dereng e.
Heya ku dilopa xwîna min ya dawî û heya behn û hilma min ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da; Ala Kurdan, li Asîmanên azad bimilmile, ez ê bixebitim. Ev soz, peyva devê Qazî Muhamed, peyva devê suxrekarê gelê Kurd, peyva devê min e.
Perestiyên xwe, oldariyên xwe, bi dil û bi wext bi cîh binin. Ji ola xwe, ji oldariya xwe sar nebin.
2-Yekîtî û hevkariya navbera gelê xwe biparêzin.
Xerabiyê, bêbextiyê, xayintiyê, bi hevdû ra bi xwîşk û birayên xwe yên Kurd ra nekin.
3-Ji bona ku dijminên we, we bi ramyar û siyasetmedarên xwe yên xapînok û ziman xweşmnexapînin; dibistanan, zanîngehan vekin. Perwerdehiya xwe û Gelê Kurd bilind bikin.
4-Bi dijminên xwe nexapin. Bi girîngî jî bi Eceman nexapin. Ji ber ku gelê Ecem; dijminên yekitiya me ne, dijminên Ola me ne, dijminên gelê me ne. Dijminên Ala me ne. Dijminên welat û niştimanê me ne.
5-Li vê dinê ji bona jiyaneke kin, bêrûmet û ne hêja, xwe û birayên xwe nefiroşin dijminên xwe. Dijmin, dijmin e. Dijmin mîna mar e û bi dijmin bawerî nabe.
6-Bizanin ku bêbextî û xayintî, li hember kî bê kirin bila bê kirin, zûh dizivire û dîsa xwediyê xwe dibîne. Bi hevdû ra rast bin, ne bêbext bin, ne xayin bin.
7-Ku yek ji we di kar û xebatên xwe da ne bêbext be, bi wî kesî ra alîkar bin. Bi dest wî bigirin. Nebin sîxurên dijminên xwe.
Veşarî û nihanên xwe û gelê xwe, ji dijminên gelê xwe ra eşkare nekin.
8-Di Hosînameya min dantiştên ku min ji bona Camiyan, ji bona Nexweşxaneyan, ji bona Dibistanan, ji bona Fêrgeh, zanîngeh û komelan, ji bona hemî saziyên; hunermendan, helbestvanan, destbikêran, bazirganan, pîşekaran, nivisiye bi cîh bînin.
9-Mina hemî gelên Cihanê hûn jî, ji bona ku hûn ji bindestiyê, ji bendeganiyê rizgar bibin, li hember dijminên xwe, têkoşîneke bê hempa bikin. Têbikoșin. Ku welatê we hebe, her tiştên we heye. Ku welatê we hebe hun ê azad bin, hun ê bi serkevin. Ku welatê we tune be, tiştekî we tune.
10-Ji deynê Xwedayê min, ji canê min, wê da, ji tu kesan ra, ji tu saziyan ra deynên min stuxwariya min tune ye. Ku mirovek an ji saziyek derbikeve û beje;
Deynê Pêşawa Qazî Mihemed ji min ra heye. Malên min pir e. Mal û melalên malbata min jî pir e. Çi bixwaze, bi qasî du mafên wî bidinê. Bila ew jî li min mafên xwe fihêl bike, helal bike.
Ez, Qazî Mihemed. Sûxrekarê gelê xwe, ez jî Mîna helbestvanê Kurd, Sadî Şîrazî ku di helbesta xwe da nivisiye û gotiye;
Mirazên dilê min ev bû, ev nesîhet bû, min ji we ra got. Ez we li hêviya Xwedayê we, li hêviya Xwedayê giştî Aleman dihêlim.
Bi xatirê we.
-Sûxrekarê Dewlet û Gelê Kurd
Pêşawa Qazî Mihemed
Kardeşlerim;
Artık düşmanlarınıza aldanmayın. Kürtler’in düşmanları hangi kavimden ve gruptan olurlarsa olsunlar, düşmanlarımızdırlar, merhametsizdirler, vicdansızdırlar, size acımazlar.
Biribirinizi tutmadığınız müddetçe başarılı olamazsınız. Biribirinize zûlüm etmeyin. Çünkü Allah zalimleri çok erken yok eder. Zûlüm ortadan kalkacak, bu Allah’ın sözüdür. Allah zalimden intikam alır.
Bu sözleri kulağınıza küpe edeceğinizi umut ediyorum. Allah sizi düşmanlarınız karşısında zafere ulaştırsın. Sadî’nin buyurduğu gibi: “Amacımız nasihatti, yaptık. Sizi Allah’a havale ettik, gidiyoruz.”
Halkının ve vatanının hizmetçisi Qazî Muhammed
Bi girtinê, bi kuştinê bi darvakirinê, Kurd naqedin. Û tekoşîna azadîya gelên cîhanê bi zilm û zordestîyê bi dawî nabe.
Belê Qazî Muhamed xwe gavek paş va da û ji leşker û sêrbazên Eceman ra, ji fermandarê zabîtiya Mehabadê, ji Emin Perwîz ra, ji serokzabit ra, bi dengekî bilind û bi sewteke zelal got:
Hey Ecemên bêbext! Min li hemberî gelê xwe karekî ku ez pê fihêd bikim, pê şerm bikim nekiriye ku hun çavên min girêbidin. Ez dixwazim ku heya dawîya jîyana xwe, li asmîn û aso yên Welatê xwe mêze bikim
– Mela yê min! Binîvîse. Bela serê pênivîsa te tûj, tilîyên destê te xurt, hişê te li serê te be. Peyvên min, bêtirs mîna ku ji devê min derdikevin binîvîse. Bila Gelê Kurd pê zanibe ku, ez heya bêhna xwe ya dawî jî, suxrekar û lawekî Kurdan, lawekî gelê xwe me.
Jinên Kurdên birayên xwe, revandin. Zarokên Kurdên birayê xwe, kuştin. Kalên Kurdên birayên xwe, dardakirin.
Her maye qewmê Kurd, bêziman
Naşike û danayê, bi topên zeman
Kes nebê Kurd dimirin.
Kurd jîn dibin,
Jîn dibin, qet nakevi, Ala Kurdan
Em xortên, rengê sor û şoreşin,
Seyr bike, xwîna dîyan me da, rijand
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî, Ala Kurdan.
Lawê Kurd, rabûye ser pê, wek şêran
Ta bi xwîn, nexşîn bike, tacê jîyan.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî Ala Kurdan.
Em xortên, Mîdya û Keyxusrewîn.
Dîn îman û ayîman, her niştîman,
Dîn îman û ayîman, Kurd û Kurdîstan.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî Ala Kurdan.
Xortên nuh, tev hazir û amade ne.
Can fîdane canfîda, her canfîda.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî Ala Kurdan.
Ûnîs Raûf Dîldar
Ku, Xweda dil neke, agir nasote. Îbrahîm neşewitî.
Ku, Xweda dil neke, av nafetisîne. Ûnis di zik masî da nefetisî.
Li hember dijminên gelê xwe, yên dev bixwîn, li hember Eceman û Îranîyan, serê xwe, xwar nekin, bejna xwe, netewînin. Hewarê û lêborînê, ji dijminên xwe, nexwazin.
Ya dawî jî, her xaka welate, her gora reşe, her mirine. Û mîna hemî kesan, emê jî, her bimirin. Bi navê Xweda yê xwe, bi pêbawerîya gelê xwe, bêtirs û ji xwe bawer, têbikoşîn.
Bawerîya min, ewe ku, hunê teqez, br şik û bê guman di vê tekoşînê da, biserkevin.
Gelê Kurd!
Birayên min!
Ez, ji we hêvîdarim ku, hun hosîname ya ku, min ji we ra, nivîsî û ji we ra, mayînde hişt, baş bixweyînin, ji vê hosînameyê, baş fêm bikin, baş tê bigihîjen. Û mercên nesîhetên min, yek bi yel, bi cîh bînin.
Min jî, û hevalên min jî, hemî xebatkarê Komara Mehabadê jî, me baş pê zanîbû ku, barê Komara Kurdîstana Mehabadê, barê Kurdîstana Azad, barê ser milên Gelê Kurd, barekî zorgirane. Min û hevalên xwe, bi hişmendî, bi zanyarî û bi fedakarî ev bar, hilgirt ser milên xwe. Me stûyê xwe dirêjî binê nîrê vî barê giran, kir.
Ku, ev barê zorgiran, barê Kurdîstanê, barê Komara Mehabadê, ne li ser milên min û hevalên min bû ya. Ku em, ji wî barê welat, barê Komara Kurdîstanê, azade bû na, ez û hevalên xwe, emê vê şevê, ne li vê derê, ne Qada Çar Çira, ne li ber sêpê ya Şahê Eceman, Şahê Îranê, Şah Muhamed Riza Pehlewî bu na. Ne li hevîya bene runxwarî û kindira sitûyan, ya darvekirinê bûna
Ku, vî barê giran, ne li ser milê min û malbata min bû ya, ezê jî, di vê şeva tarî da, berî sibehê da, li mala xwe, di navbera malbatîyên xwe da, di nava cîh û nivînên xwe da, di xewekê şêrîn da bû ma.
Ji bona ku, ez peywîrdar û sûxrekarê Gelê Kurdim, Îşev, li ber sêpê ya Ecem, li hêvîya mirinê me. Li hêvîya darvekirinê me. Û ez, Qazî Muhamed, di van saetên xwe, yên dawî da, vê Hosîname ya xwe, bi destên xwe, li ber ronahîya mûmekê bê şewq dinîvîsim.
Ez, peywîrdarekî û sûxrekarekî gelê xwe, Gelê Kurdim. Ez, Qazî Muhamed, Serok Komara Mehabadê, ji Gelê Kurdra, dibêjim :
Ji birayên xwe ra, ji xuşkên xwe ra, ji dilê safî, bi hêvî û gazîyan, ji gelê xwe, yên hêja ra, dibêjim :
Ez, vayê diçim. Lê belê, gumana min, bi we û Gelê Kurd, gelê welatparêz heye.
Birayên min!
Kurdîstan yeke. Dayika me ye. Welatê me hemî Kurdane. Çar parê Kurdîstanê, deşt û çîya, zinar û gelî, dar û devî, gund û bajêr, çem û kendal, merg û kanî, seranser, mala me ye. Mala hemî Kurdane.
Bi xwe, bi Welatê xwe û bi gelê xwe, bi xuşk û birayên xwe, bi ewlehî bin. Bizanin ku, birayên we, yên Kurd, ji bona we, ji bona pêşeroja Kurdîstanê, ji dijminên we, çêtirin. Pêşdatirin. Dest bidin hev, mil bidin hev, dil bidin hev. Û bi hev ra, gav biavêjin.
Hunê bejin : Serok Komar Qazî Muhamed! Tu çima bisernektî? Baş bizanin ku, ez û hevalên xwe, em biserketin. Ji ber ku, ez vê sibehê, ji bona pêşeroja gelê xwe, ya ronahî, jîyana xwe, didim. Ev yek, mirina me, ne cehdkerîyeke bê wateye. Ji bona min û hevalên min, li ber dilê min, Biserketina mezin eve.
Ez hevîdarbûm ji Xwedayê xwe ku, ez bi rûyekî sipî, bi enîyeke paqij û bi rûmet derbikevim peşberî gelê xwe. Li pêşberî gelê xwe, rûreş û bê rûmet nebim. Ji bona min, ji bona navê Qazî Muhamed û navê malbata Qazî Muhamed, ev rewş bese. Ev yek, di dilmin da, li ber çavên min, bê şik û bê guman, biserketine.
Kêmasîya Gelê Kurd, nezanîye, xizanîye. Belê dermamê Gelê Kurd, bes perwerdehîya gel û nûjenîwazîye. Ji teknolojîya nûjen, ji amûrên hemdemî, ji perwerdehîyê û ji yekîtîya netewe wê da, tu kêmasîyên Gelê Kurd, ji tu gelan tune.
Ji bona ku, Gelê Kurd ji, di nava karwanê gelên hemdem da, gelên pêşdaçûyî, gelên nûjen, di nava gelên hemçax da, cîhê xwe, yê bi rûmet, bigre, pêwiste ku, em perwerdehîya gelê xwe, bîrbirina gelê xwe, Kurdewarîya gelê xwe, bi mirina xwe, girîng bibînin.
Teknolojî ya nûjen, perwerdehî û hîndekarîya hemdemi, şewqa, ronahîya, pêşeroja erdnîgarîya Rojhilata navînê jî. Perwerdehî û nûjenîwazîye, Ala, meşxela destên gelên bindeste. Û ji bona Gelê Kurd, perwerdehî û nûjenîxwazî, di destên Gelê Kurd da, çek û sîlihên bi bandorin. Çekên bi hêz û bê hempane.
Ez, ji îro û wê da, hêvî dikim ku, Ez hêvîdarim. Bila kuştina min û hevalên min, darvekirina min û hevalên min, wendakirina min û hevalên min, hilweşandina Komara Kurdîstana Mehabadê, rondikên çavên dayîkan, xwîna şehidên bin xakê, bê wate nebe.
Gund û bajarên Komara Mehabadê yên şewitî, mirovên bi agir sotî, sêwîtiya zêç û zarokan, stuxwarîya bûk û xortên bermiraz, berdîwarbûna kal û pîrên Kurdan, bê wate nebe. Neyê jibîrkirin.
Bila ev rewşa Komara Kurdîstana Mehabadê, ev rewşa, xaka Kurdîstanê, ev rewşa bira kuştînê, bira firotinê, ji Kurdên welathez, bi hiş û dilşewat ra jî, ji Kurdên xwefiroş, bêbext û xayin ra jî, bi her awayî, bila bibe zende, bibe fêre, biba êlawet.
Bi sed salan, bi hezar salan, li ser zimanên gelan, bête gotin.
Zêç û zarokên xwe, bişînin dibistanan, bidin xwendin. Ne bejin Ev lawe û ne bejin, ev keçe. hemiyan, bişînin. Di dibistanên Kurdan da, bi zimanên bav û kalên wan, bi zimanê zikmakî, bi zimanê dayikên wan, wan bidin xwendin. Bi alavên hemçax, di avahîyên hemdem da, li ber destên mamosteyên Kurd, li ser çongan, wan di perwerdehîyan ra, derbas bikin.
Em, ji alî birayên xwe, yên Kurd va, ji pişta xwe va, ji navbera her du qolincên xwe da, bi bêbextî, hatin xencerkirin. Pêşiyên me, pêşberên me dibêjin ku,
Kurmê darê, ne ji darê be, dar narize. Raste. Kurmên me jî, ji me bûn. Birîn, birîna xencera birayên me bû. Birîna me, li nava milên me bû. Li kezebên me bû. Li gurçikên me bû. Li dilên me bû.
Birîn, birîna Xencerên bi dest birayên me yên Kurd bûn. Birîna navmilên me, pir kûre, nacebire, qaşik nagre, xwîna birîna bi dest birayên me, zuha nabe, xidare û pir jî, bi êş û jan û eleme.
Ku, di vê dema Komara Kurdîstana Mehabadê da, di vê tengasiya me da, Beg û mîrekên eşîretên Kurdan, ne xwefiroş û ne birafiroş bûna, xwe ji bona, çend rojên xweşiyê, çend zêrên zer, û Eferim eke Şahê Eceman, xwe nefirotina dijminên xwe. Dilxwazî û hevaltîya dijminên xwe nekirina, bêbextî û xayintî, bi birayên xwe ra, nekirina, êrîş neanîna ser gelê me, ev yek, nedihat ne serên me û ne jî, serê Komara Kurdên Mehabatê.
Bizanin ku, ev yek, xayintîye, birafiroşîye û bêbextîyeke pir mezine. Bibextiya, neyariya, birayên me ye. Bêbextîya Kurdên xayin û xwefiroşin ku, bi birayên xwe, yên Kurd û yên Welatparêz ra kirine.