İçeriğe geç

Qazî Muhammed Kitap Alıntıları – Bazê Kal 

Bazê Kal  kitaplarından Qazî Muhammed kitap alıntıları sizlerle…

Qazî Muhammed Kitap Alıntıları

Silav û rêz ji bona te, Qazî Muhamed. Neviyê tirsa dilên Dehaqan, Kawayê Hesinkut.
Gelê Kurd, ne te û ne jî hevalên te, şehîdên Kurdistanê jibîr nake.
Her hebe Kurdistana Azad. Her hebe Gelê Kurd. Her bijî Kurd û Kurdistan.
ez xwe, ji bona gelê xwe, dikim qurban.

– Qazî Muhamed

Ey Felek,
Bo te dinalim.
Çima Nêrgiz çilmisîn?
Qey çima,
Bextê me ho ye?
Em bê dost û bêkesin.
Mîna gurên har, gelê xwe, birayên xwe, herijandin, xwarin, birayên xwe kuştin. Gundên Kurdan şewitandin, malên Kurdan talan kirin. Çeng bi çeng, xwîna Kurdan vexwarin.
Ey Reqîb,
Her maye qewmê Kurd, bêziman
Naşikê û danayê, bi topên zeman
Kes nebê Kurd dimirin.
Kurd jîn dibin,
Jîn dibin, qet nakeve, Ala Kurdan
Ez bi navê Xwedayê mezin, bi navê Xwedayê Erş û Asimanan, sond dixwim. Li ser Qurana Pîroz, li ser Ala Kurdan û li ser Welatê xwe, li hember gelê Kurd, li ser hemî baweriyên xwe û li ser rûmeta xwe, son dixwim. Destekî min li ser Quranê, destekî min li ser Ala Kesk û Sor û Zer, li hemberî we, sonda mezin dixwim.
Heya ku, dilipa xwîna min, ya dawî û heya bêhn û hilma min, ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku, di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da, Ala Kurdan, li asîmanên azad bimilmile, ez ê bixebitim. Ev soz, peyva devê Qazî Muhamed, peyva devê suxrekarê Gelê Kurd, peyva devê min e.
Di Qurana Pîroz da, di sûreya NÎSA da, di ayeta 30an da, Xwedê dibêje ;
Kî ku, ji rêza xwe derbikeve, li xizanan, li bindestan, li bêkesan, zilmê bike, bila baş pê zanibe. Kesê hemî bêkesan ez im. Em ê wî kesê zordar bigrin û bişînin dojehê. Ev yek, ji bona Xweda, karekî hêsane.
1 – Bi navê Xwedayê xwe û Resûlê wî, bawer bikin.
Perestiyên xwe, oldariyên xwe, bi dil û bi wext, bi cîh bînin. Ji ola xwe, ji oldariya xwe sar nebin.

2 – Yekîtî û hevkariya navbera gelê xwe, biparêzin.
Xerabiyê, bêbextiyê, xayîtiyê, bi hev û du ra, bi birayên xwe yên Kurd ra, nekin.

3 – Ji bona ku, dijminên we, we bi ramyar û siyasetmedarên xwe, yên xapînok û ziman xweş, nexapînin, dibistanan, zanîngehan vekin. Perwerdehiya xwe û Gelê Kurd bilind bikin.

4 – Bi dijminên xwe, nexapin. Bi girîngî jî, bi Eceman nexapin. Ji be ku, gelê Ecem, dijminên yekitiya me ne, dijminên Ola me ne, dijminên gelê me ne. Dijminên Ala me ne. Dijminên welat û nîştimanê me ne.

5 – Li vê Dinê, ji bo jiyaneke kin, bêrûmet û ne hêja, xwe û birayên xwe, nefiroşin dijminên xwe. Dijmin, dijmin e. Dijmin mîna mar e. Û bi dijmin, bawerî nabe.

6 – Bizanin ku, bêbextî û xayîntî, li hember kî bête kirin, bila bête kirin, zûh dizivire û dîsa xwediyê xwe dibîne. Bi hev û du ra, rastbin, ne bêbextbin, ne xayînbin.

7 – Ku, yek ji we, di kar û xebatên xwe da, ne bêbext be, bi wî kesî ra alîkarbin. Ni dest wî bigrin. Nebin sîxurên dijminên xwe. Veşarî û nihanên xwe û gelê xwe, ji dijminên gelê xwe ra, eşkare nekin.

8 – Di Hosînameya min da, tiştên ku, min ji bona camiyan û, ji bo nexweşxaneyan, ji bona dibistanan, ji bona fêrgeh, zanîngeh û komelan, ji bo hemî saziyên, hunermendan, helbestvanan, destbikêran, bazirganan, pîşekaran, nivîsiye, bi cîh bînin.

9 – Mîna hemî gelên cîhanê, hûn jî, ji bona ku, hûn ji bindestiyê, ji bendeganiyê, rizgar bibin, li hember dijminên xwe, têkoşîneke bê hempa bikin. Têbikoşin.
Ku, welatê we hebe, her tiştên we heye. Ku welatê we hebe, hûn ê azadbin, hûn ê biserkevin. Ku, welatê we tune be, tiştekî we tune.

10 – Ji deynê Xwedayê min, ji canê min, wê da, ji tu kesan ra, ji tu saziyan ra, deynên min, stûxwariya min tune ye. Ku, mirovek an jî saziyek derbikeve û bêje ;
Deynê Pêşawa Qazî Muhamed ji min ra heye. malên min pir e. Mal û melalên malbata min jî pir e. Çi bixwaze, bi qandî du mafên wî, bidinê. Bila ew jî, li min, mafên xwe fihêl bike, helal bike.

Birayên min!

Kurdistan yek e. Dayika me ye. Welatê me hemî Kurdan e. Çar parê Kurdistanê, deşt û çiya, zinar û gelî, dar û devî, gund û bajêr, çem û kendal, merg û kanî, seranser, mala me ye. Mala hemî Kurdan e.

Birayên min!
Ji îro û şûn va, bi sozê dijminên xwe, bi bextê dijminên xwe, bi zimanên dijminên xwe, yê şêrîn, nexapin.
Ji sozên dijminên xwe bawer nekin. Soz bi zimane. Zimanê dijmin, bê dasiye. Zimanê dijmin jî, lo çar alî diqelibe. Dijminên Kurdekî birayê me, ji bona me, bizanin ku, dijminê hemî Gelê Kurde. Bizanin ku, dijminên Gelê Kurd jî, devnixwînin, bêwicdanin û bêşewatin.
Dilê dijminên me, bi me, naêşe, naşewite. Ji bona ku, me, Gelê Kurd dijmin dibîne.
Wê dijminên me, me ni destên birayên me, bidin kuştin. Wê dijminên me, me bi hev û du, bidin kuştin. Wê dijminên me, destên me, bi xwîna birayên me, sor bikin. Hine bikin. Û bişon.
Gelê Kurd, bi rûmete. Rûmeta xwe û rûmeta tu gelan naxîne erdê. Gelê Kurd, aştîxwaz e, bi tu gelan ra, şer nake. Bi pevçûnê nake. Gelê Kurd, dilgerm e û mêvanhewên e, deriyê dilê xwe û deriyê mala xwe, ji hemî gelan ra, vedike. Gelê Kurd delşewat e, destên ku ji bona wan, bi xêrxwazî, dirêj bibe, vala venagerîne. Gelê Kurd xêrxwaz e, xwe û cîranên xwe, yek dibîne. Gelê Kurd ne ji xwe ra xwaz e. Ne çavbirçî ye, bi hêz gîhevên xwe, razî ne.
Hûn ji bona, navê Xweda yê xwe, hûn, ji bona navê Xweda yê Şevê û Rojê. Hûn, ji bona qedrê Qurana Pîroz. Ji bona rêberiya Resûlê Xweda bikin. Êdî bese. Dijminantiya hev nekin. Milên xwe bidin milên hev. Destên xwe bidin destên hev.
Li hember dijminan û zordaran serê xwe, bilind bikin. Bejna xwe, netewînin. Stûyê xwe xwar nekin. Xwe, rûmeta xwe, nefiroşin. Dijminên me, dijminên Gelê Kurd, zordarin, xwînxwarin û bêşewatin
Bo navê Xweda yê, sitr û hefidandinê.
Ez bi navê Xweda yê Mezin, bi navê Xweda yê Erd û Ezmanan, li ser Qurana Pîroz, li ser Ala Kurdan û li ser Welatê xwe, li hember Gelê Kurd, li ser hemî baweriyên xwe û li ser rûmeta xwe, destekî min li ser Qurana Pîroz, destekî min li ser Ala Kesk û Sor û Zer, sond dixwim. Sonda mezin dixwim.
Heya ku, dilopa xwîna min, ya dawî û heya bêhn û hilma min, ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku, di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da, Ala Kurdan, li Ezmanên Azad bi milmilê, ez ê bêsekn bixebitim.
Vê bizanin. Min bikin hezar liç û hezar gincî, hezar guleyan berdin canê min, min hezar caran bikujin, bi darvabikin jî, Kurdistan, çar par nabe. Nabe çar. Dibe yek. Dibe çiya. Dibe Deşt, dibe Zinar.

Dibe Kurdistan.

Du caran du, an jî du heb du, nabe çar. Dibe yek.!
Xweda yê min yê mezin! Tu Gelê Kurd, ji bindestiyên zaliman, xwînmijan û xwînrêjan derbixî.
Devletler, kontrollerine aldıkları muhalefet hareketlerini, ayaklanmaları ya da devrimleri, dışında kaldıklarından daha kolay engeller.
Silav û rêz ji bona te, Neviyê tirsa dilên Dehaqan, Kawayê Hesinkut.
Deng û awaz sekinin. Gola Ormiye zûha bû, ava çemê Reqreqê sekini, dem sekini, dewran sekini. Çax sekini, zeman sekini. Semawat sekini, felakat sekini. Deng ji deng ket, bû bêdengî. Bêdengiya perikê mêşê, bû dengê ewr û Ezmanan.
Bimre bêbextî. Bimre koletî.
Azadixwaziya gelan, tu caran nayê şikandin, nayê teribandin. Hun, îro li qada Çar Çira, Qazi Muhamedekî darvadikin. Lê di nava gelê Kurd da, bi hezaran Kawa yê Hesinkut hene. Bi hezaran Şêx Saîdê Kurdî, bi hezaran Seyîd Rizayê Dersimî, bi hezaran Şex Mahmûdê Berzenci, Bi hezaran Qazi Muhamedê, Mehabadi hene.
Bi girtinê, bi kuştinê bi darvakirinê, Kurd naqedin. Û tekoşina azadiya gelên Cîhanê, bi zilm û zordestiyê, bi dawî nabe.
Kurdî û Kurdewarîyê xwedî derbikevin
Eğer yaşanmakta olana başkaldırıyorsanız ve gençseniz, yaşadığınız her ne olursa olsun serüvendir.
Rûreşiya li hember dîroka mirovahiyê jî, ne rûreşiyeke kême. Ev rûreşi, zû zû wenda nabe. Bi hezar salan, di hişên mirovan da, di mejiyên mirovan da, di nava rûpelên dîrokê da, dijî û didome.
Ji bona yên mîna me, ji mirinê wê da, tişt tuneye.
Edî em, ji rihê şîrîn jî, û ji malê dinê jî, bê hêvîne.
Ez û hevalên xwe, li ber dilên xwe û li ber çavên gelê me em ne sûcbarin. Em, ji bona rûmeta Gelê Kurd, diçine mirine. Ev mirin, ji bona me, mirineke bi rûmete. Û Xweda yê min, ku bi her tiştî zane, ev mirina bi rûmet, ev mirina giranbiha, para min hevalên min kiriye. Em jê ra, minetkarin.

Lê belê Xweda yê min, ji bona yên mîna te jî, zûrîn û evtina segîtiya Dewleta Eceman, hiştiye. Para te ji ewe. Ji sibehê da, ewtî na te ye. Tu bi navê Şahê Îranê û bi devê şahê Eceman, mina segên devderiyan, dizûrî.

Vê baş bizanin ku, destên we, yên tevde gemarî, devê we, yê tevda xwîn û bîhnketî, zimanên we, yên tevda xwîn û bi jahrî, tu caran, tu deman, nagihîje Ala Kurdan
Rewşa ku, tu têdayî, ji ber, bêhişiya te û ehmeqiya te ye. Belê tu bûyî Serdadger, lê tu nebûyî mirov. Ku tu, têbigihişta, teyê bizanîna ku, Al rûmeta gelane.
Hun, di xaka me da, di mala me da, di welatê me da, me dikujîn, me digrin û diavêjin zîndanan.
Emr û temenê Komara Mehabadê, di nava yanzdeh mehan da, zîl da, gihîşt, bilind bû, pel da, kulîlkên kesk, zer û sor vekir. Peyra, pelên xwe, kulîlkên xwe, weşand û bi dawî bû.
Ey Felek,
Bo te dinalim.
Çima Nêrgîz çilmisîn?
Qey çima,
Bextê me Ho ye?
Em bê dost û bêkesin.
Tu Pêşawayê Gelê Kurdî. Qazî Muhammedî. Tu ji bona gele Kurd hêvî yî.
Mina gurên har, gelê xwe, birayên xwe, herijandin, xwarin, birayên xwe kuştin. Gundên Kurdan şewitandin, malen Kurdan talan kirin. Çeng bi çeng, xwîna Kurdan vexwarin.
Hêzên Eşîretên Kurd, yên xwexwaz û yên hevkarên Eceman, yên bi Kurdan ra xayîn, yên alîkarên Eceman, berî leşkerên Eceman, berî artêşa Îranê, êrîşî xaka Mehabadê kirin.
Jinên Kurdên birayên xwe, revandin. Zarokên Kurdên birayên xwe, kuştin. Kalên Kurdên birayên xwe, dardakirin
Hunê bejin; Serok Komar Qazî Muhamed! Tu çima biserne keti? Baş bizanin ku, ez û hevalên xwe, em biserketin. Ji ber ku, ez wê sibehê, ji bona pêşeroja gelê xwe, ya ronahî, jiyana xwe, didim. Ev yek, mirina me, ne cehdkeriyeke bê wateye. Ji bona min û hevalên min, li ber dilê min, Biserketina mezin eve.
Birîn, birîna xencera birayên me bû. Birîna me, li nava milên me bû. Li kezebên me bû. Li gurçikên me bû. Li dilên me bû.
Mîna! Xatûna min! Dayîka zarokên min!
Bila Şahê Îranê û dewleta Îraniyan, hemû rik û kîna dilên xwe ya Gelê Kurd ji min, ji kuştina Qazî Mihemed bigrin. Bila min an li kuçeke tarî gulebaran bikin û bikujin. An jî li qada bajêr li hemberî Gelê Kurd darva bikin. Lê bila jinên Kurdan, dayîkên Kurdan negirîn. Bila rondikên çavan nebarînin. Bila kevirek li serê tilîka zarokekî Kurdan nekeve.
Azadîxwaziya gelan, tu caran nayê şikandin, nayê teribandin. Hûn îro li qada Çar Çira, Qazî Mihemedekî darva dikin. Lê di nava gelê Kurd da, bi hezaran Kawa yê Hesinkar hene. Bi hezaran Şêx Saîdê Kurdî, bi hezaran Seyîd Rizayê Dersimî, bi hezaran Şêx Mahmûdê Berzencî, Bi hezaran Qazi Mihemedê Mehabadî hene.
Ez û hevalên xwe, li hember Dewleta Tehranê û Seroke Dewleta Tehranê, Şah Riza û lawê wi Şah muhammed me serî rakir. Em dengên xwe, sewtên xwe, bi navê gelê xwe bilind dikin. Baş bizanin ku em ne sûcbar in. Hûn sûcbar in. Hûn dagirker in, tahdekar in, xwînrêj in û xwînmij in. Destên we û devên we, bi xwîna gelên bindest û zizan hatiye şûştin.

Hûn Welatê me dagir dikin û hun êrişê tînin ser bajarên me, ser malên me, ser gelê me, ser kal û pîrên me, ser zêç û zarokên me.

Pêwiste ku ev roj, di vê demê da, di vê dadgeha bê dad da, di vê dadgeha bê maf û bêhiquq da, hûn û Şahê we bêtin darizandin.

Hûn di xaka me da, di mala me da, di welatê me da, me dikujin, me digrin û diavêjin zîndanan. Dewleta Eceman dagirker e û mîna giştî dewletên dagirker, qirêj e. Hûn jî Şahê we jî, Dewleta we jî, reşkuj e. Hûn, gelê Kurd xayîn û dijmin dibinin.

Qazi Mihemed, bi destên M. Mistefa Berzanî digire. Di nava her du destên xwe da diguvêşe û dibêje;

Belê Mela Mistefa, peyva devê te rast e. Ez zanim ku wê Şah min bikujê, min darvebike. Lê belê ji bona tekoşineke nû, ji bona gaveke nû, ji bona min jî û ji bona gelê min jî, êdi dereng e.

Mîna gurên har gelê xwe; birayên xwe herijandin xwarin, birayên xwe kuştin. Gundên Kurdan şewitandin, malen Kurdan talan kirin. Çeng bi çeng, xwîna Kurdan vexwarin.
Ez bi navê Xwedayê Mezin, bi navê Xwedayê Erş û Asimanan sond dixwim. Li ser Qurana Pîroz, li ser Ala Kurdan û li Welatê xwe, li hember gelê Kurd, li ser hemî baweriyên xwe û li ser rûmeta xwe sond dixwim. Destekî min li ser Quranê, desteki min li ser Ala Kesk û Sor û Zer, li hemberi we, sonda mezin dixwim.
Heya ku dilopa xwîna min ya dawî û heya behn û hilma min ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da; Ala Kurdan, li Asîmanên azad bimilmile, ez ê bixebitim. Ev soz, peyva devê Qazî Muhamed, peyva devê suxrekarê gelê Kurd, peyva devê min e.
1-Bi navê Xwedayê xwe û Resûlê wî bawer bikin.
Perestiyên xwe, oldariyên xwe, bi dil û bi wext bi cîh binin. Ji ola xwe, ji oldariya xwe sar nebin.

2-Yekîtî û hevkariya navbera gelê xwe biparêzin.
Xerabiyê, bêbextiyê, xayintiyê, bi hevdû ra bi xwîşk û birayên xwe yên Kurd ra nekin.

3-Ji bona ku dijminên we, we bi ramyar û siyasetmedarên xwe yên xapînok û ziman xweşmnexapînin; dibistanan, zanîngehan vekin. Perwerdehiya xwe û Gelê Kurd bilind bikin.

4-Bi dijminên xwe nexapin. Bi girîngî jî bi Eceman nexapin. Ji ber ku gelê Ecem; dijminên yekitiya me ne, dijminên Ola me ne, dijminên gelê me ne. Dijminên Ala me ne. Dijminên welat û niştimanê me ne.

5-Li vê dinê ji bona jiyaneke kin, bêrûmet û ne hêja, xwe û birayên xwe nefiroşin dijminên xwe. Dijmin, dijmin e. Dijmin mîna mar e û bi dijmin bawerî nabe.

6-Bizanin ku bêbextî û xayintî, li hember kî bê kirin bila bê kirin, zûh dizivire û dîsa xwediyê xwe dibîne. Bi hevdû ra rast bin, ne bêbext bin, ne xayin bin.

7-Ku yek ji we di kar û xebatên xwe da ne bêbext be, bi wî kesî ra alîkar bin. Bi dest wî bigirin. Nebin sîxurên dijminên xwe.
Veşarî û nihanên xwe û gelê xwe, ji dijminên gelê xwe ra eşkare nekin.

8-Di Hosînameya min dantiştên ku min ji bona Camiyan, ji bona Nexweşxaneyan, ji bona Dibistanan, ji bona Fêrgeh, zanîngeh û komelan, ji bona hemî saziyên; hunermendan, helbestvanan, destbikêran, bazirganan, pîşekaran, nivisiye bi cîh bînin.

9-Mina hemî gelên Cihanê hûn jî, ji bona ku hûn ji bindestiyê, ji bendeganiyê rizgar bibin, li hember dijminên xwe, têkoşîneke bê hempa bikin. Têbikoșin. Ku welatê we hebe, her tiştên we heye. Ku welatê we hebe hun ê azad bin, hun ê bi serkevin. Ku welatê we tune be, tiştekî we tune.

10-Ji deynê Xwedayê min, ji canê min, wê da, ji tu kesan ra, ji tu saziyan ra deynên min stuxwariya min tune ye. Ku mirovek an ji saziyek derbikeve û beje;
Deynê Pêşawa Qazî Mihemed ji min ra heye. Malên min pir e. Mal û melalên malbata min jî pir e. Çi bixwaze, bi qasî du mafên wî bidinê. Bila ew jî li min mafên xwe fihêl bike, helal bike.

Ez, Qazî Mihemed. Sûxrekarê gelê xwe, ez jî Mîna helbestvanê Kurd, Sadî Şîrazî ku di helbesta xwe da nivisiye û gotiye;
Mirazên dilê min ev bû, ev nesîhet bû, min ji we ra got. Ez we li hêviya Xwedayê we, li hêviya Xwedayê giştî Aleman dihêlim.

Bi xatirê we.

-Sûxrekarê Dewlet û Gelê Kurd
Pêşawa Qazî Mihemed

Düşmanlarının baskısından kurtulan halklar da sizin gibiydiler, ama onlar kurtuluş için millî birliklerini sağlamışlardı. Yeryüzündeki tüm halklar gibi artık siz de ezilmeyin.Birlik olursanız, millî birliğinizi sağlarsanız, biribirinizi kıskanmazsanız, kendinizi düşmana satmazsanız, siz de kurtulursunuz.

    Kardeşlerim;

Artık düşmanlarınıza aldanmayın. Kürtler’in düşmanları hangi kavimden ve gruptan olurlarsa olsunlar, düşmanlarımızdırlar, merhametsizdirler, vicdansızdırlar, size acımazlar. 

Her halkın, milletin başarı sembolü, birliktir, işbirliği ve dayanışmadır. Birliğini sağlamayan, uyumu olmayan her halk, her zaman düşmanın baskısına maruz kalır, ezilir. Kürtler’in, yeryüzünde yaşayan öteki halklardan eksik bir yanı yoktur. 
Li dibistanê ew timûtim du caran dipirsin ka çi ye du, û her kes bersiva çar dide. Min her dem notên nizm stendin ji ber ku du caran du ji bo min yek in. lêv, diran, ziman, çenek ji bo min ne çar in. ev tenê yek in. dev e û ew hemî bi hev re diqîre. du ling, du ling ji bo min 4 perçe ne. ew bi hev re dixebitin û laş çêdikin. bêhempa ye. kolan, kolan, tax, xanî; ev ne 4 in; ew heman bajarî pêk tînin, yek in û dewlemend û xizan li wir dijîn. Ji bo min, reh, reh, pel û şax ji hev cihê ne, lê yek in. dar e. Li gorî min, hezkirin, bedewî, estetîk û aheng ne çar in. ew têne ba hev û dibin kesê ku hûn jê hez dikin. bêhempa ye. Ez tenê dizanim ku heke wan laşê min kirin hezar parçe, hezar gule li min reşandin û min qetil kirin, Kurdistan yek e, ne çar. Kurdistan e. loma min got du caran du yek in. – pêşawa qazî muhamed (serokê dewleta komara kurd a Mahabadê)
     Ey Kürt milleti; 

     Biribirinizi tutmadığınız müddetçe başarılı olamazsınız. Biribirinize zûlüm etmeyin. Çünkü Allah zalimleri çok erken yok eder. Zûlüm ortadan kalkacak, bu Allah’ın sözüdür. Allah zalimden intikam alır.

     Bu sözleri kulağınıza küpe edeceğinizi umut ediyorum. Allah sizi düşmanlarınız karşısında zafere ulaştırsın. Sadî’nin buyurduğu gibi: “Amacımız nasihatti, yaptık. Sizi Allah’a havale ettik, gidiyoruz.”

Halkının ve vatanının hizmetçisi Qazî Muhammed

Azadîxwazîya gelan tu caran nayê şikandin, nayê teribandin. Hun îro li qada Çar Çira Qazî Muhamed darvadikin. Lê di nava gelê Kurd da bi hezaran Kawa yê hesinkut hene. Bi hezaran Şex Saîdê Kurdî, bi hezaran Seyîd Rizayê Dersîmî, bi hezaran Şex Mehmûdê Berzencî, bi hezaran Qazî Muhamedê Mehabadî hene.

Bi girtinê, bi kuştinê bi darvakirinê, Kurd naqedin. Û tekoşîna azadîya gelên cîhanê bi zilm û zordestîyê bi dawî nabe.

Berî ku Qazî Muhamed û hevalên wî derbikevin ser kursî û bêtin darvekirin, leşkerên Şah xwestin ku çavên Qazî Muhamed û hevalên wî bi paçeki reş girêbidin.

Belê Qazî Muhamed xwe gavek paş va da û ji leşker û sêrbazên Eceman ra, ji fermandarê zabîtiya Mehabadê, ji Emin Perwîz ra, ji serokzabit ra, bi dengekî bilind û bi sewteke zelal got:

Hey Ecemên bêbext! Min li hemberî gelê xwe karekî ku ez pê fihêd bikim, pê şerm bikim nekiriye ku hun çavên min girêbidin. Ez dixwazim ku heya dawîya jîyana xwe, li asmîn û aso yên Welatê xwe mêze bikim

Her hebe Kurdîstana Azad. Her hebe Gelê Kurd. Her bijî Kurd û Kurdîstan.
Xweda yê min! Tu zanî ku di rê ya te da tiştên ku ji destên min hat, min di ber Gelê Kurd da kir. Xweda yê min! Ez hêvîdarim ku tu tola gelên mazlûm, tola gelên bindest, li vê dinê û li wê dinê, ji zaliman bistîni. Xweda yê min yê mezin! Tu Gelê Kurd, ji bindestîyan zaliman, xwînmijan û xwînrêjin derbixî.
Melayê ku, ji bona nivîsandina hosîname ya Qazî Muhamed ra, ji alî Dewleta Îranê va hatibû vatedarkirin ra, ji Mela idîq ra, Qazî Muhamed, bi xwe û hevalên xwe, ewlehî, dibêje:

– Mela yê min! Binîvîse. Bela serê pênivîsa te tûj, tilîyên destê te xurt, hişê te li serê te be. Peyvên min, bêtirs mîna ku ji devê min derdikevin binîvîse. Bila Gelê Kurd pê zanibe ku, ez heya bêhna xwe ya dawî jî, suxrekar û lawekî Kurdan, lawekî gelê xwe me.

Ez û hevalên xwe, li hember Dewleta Tehranê û serokê Dewleta Tehranê, Şah Riza û lawê wî, Şah Muhamed, me serî rakir. Em dengên xwe, sewtên xwe, bi navê gelê xwe, bilind dikin. Baş bizanin ku, em ne sûcbarin. Hun sûcbarin. Hun, dagirkerin, tahdekarin, xwînrêjin û xwînmijin. Destên we û devên we, bi xwîna gelên bindest û zizan hatîye şuştin.

M. Mustafa Berzanî û Pêşawa Qazî, li hev rûdinên. Qazî Muhamed, Ala Kurdîstanê, ji sindoqa Alê, derdixe. Sê caran maçî dike, sê caran, datîne ser serê xwe.
Ev xak, xakeke pîroze. Ev xak, Kurdîstane. Welatê mine. Cîhekî pîroze. Nîştîmana mine, mala mine. Ev xak, xaka Kurdîstanê, cîh û warên bav û kalên mine. Bi xwîna bav û kalên min, hatîye avdan. Xiç û kevirên Kurdîstanê yek bi yek, bi xwîna Kurdên welatparêz, sor bûye. Ezê, bi çi rewşê, di vê xaka pîroz, biborim. Kurdîstanê, berdim. Warê bav û kalan, berdim. Bi terikînim.
Berî Artêşa Îranîyan, ezbet û eşîretên Kurdên xwefiroş, li gundên Komara Kurdîstana Mehabatê, li bajarên Komarê, bi hovîtîyeke kesînedîtî, lix aka Kurdîstanê, darvakirin, kuştin, kirkirin û talan pêkanînîn.

Jinên Kurdên birayên xwe, revandin. Zarokên Kurdên birayê xwe, kuştin. Kalên Kurdên birayên xwe, dardakirin.

Rojnameya Fermî, bi navê Kurdîstan ya rojane bi zimanê Kurdî, hat weşandin. Li Bajarokê Mehabatê, li qadan li malan, li nava gek, belaş hat belavkirin. Kovarên Kurdî, yên bi heftî û yên mehane, yên bi navên Hawar, Hîlale (Ya jinan), Agir, Gelawej û Niştîman jî, bi zimanê Kurdî, hatin weşandin.
Di makezagona Komara Mehabatê da jî, bi zimanê Kurdî, Zimanê Komarê, zimanê Kurdîye. hat nivîsandin.
Ey Reqîp,
Her maye qewmê Kurd, bêziman
Naşike û danayê, bi topên zeman
Kes nebê Kurd dimirin.
Kurd jîn dibin,
Jîn dibin, qet nakevi, Ala Kurdan

Em xortên, rengê sor û şoreşin,
Seyr bike, xwîna dîyan me da, rijand
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî, Ala Kurdan.

Lawê Kurd, rabûye ser pê, wek şêran
Ta bi xwîn, nexşîn bike, tacê jîyan.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî Ala Kurdan.

Em xortên, Mîdya û Keyxusrewîn.
Dîn îman û ayîman, her niştîman,
Dîn îman û ayîman, Kurd û Kurdîstan.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî Ala Kurdan.

Xortên nuh, tev hazir û amade ne.
Can fîdane canfîda, her canfîda.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin qet nakevî Ala Kurdan.

Ûnîs Raûf Dîldar

Birayên min, yên Kurd!

Ku, Xweda dil neke, agir nasote. Îbrahîm neşewitî.

Ku, Xweda dil neke, av nafetisîne. Ûnis di zik masî da nefetisî.

Li hember dijminên gelê xwe, yên dev bixwîn, li hember Eceman û Îranîyan, serê xwe, xwar nekin, bejna xwe, netewînin. Hewarê û lêborînê, ji dijminên xwe, nexwazin.

Ya dawî jî, her xaka welate, her gora reşe, her mirine. Û mîna hemî kesan, emê jî, her bimirin. Bi navê Xweda yê xwe, bi pêbawerîya gelê xwe, bêtirs û ji xwe bawer, têbikoşîn.

Bawerîya min, ewe ku, hunê teqez, br şik û bê guman di vê tekoşînê da, biserkevin.

Yên mayî!

Gelê Kurd!

Birayên min!

Ez, ji we hêvîdarim ku, hun hosîname ya ku, min ji we ra, nivîsî û ji we ra, mayînde hişt, baş bixweyînin, ji vê hosînameyê, baş fêm bikin, baş tê bigihîjen. Û mercên nesîhetên min, yek bi yel, bi cîh bînin.

Birano!

Min jî, û hevalên min jî, hemî xebatkarê Komara Mehabadê jî, me baş pê zanîbû ku, barê Komara Kurdîstana Mehabadê, barê Kurdîstana Azad, barê ser milên Gelê Kurd, barekî zorgirane. Min û hevalên xwe, bi hişmendî, bi zanyarî û bi fedakarî ev bar, hilgirt ser milên xwe. Me stûyê xwe dirêjî binê nîrê vî barê giran, kir.

Ku, ev barê zorgiran, barê Kurdîstanê, barê Komara Mehabadê, ne li ser milên min û hevalên min bû ya. Ku em, ji wî barê welat, barê Komara Kurdîstanê, azade bû na, ez û hevalên xwe, emê vê şevê, ne li vê derê, ne Qada Çar Çira, ne li ber sêpê ya Şahê Eceman, Şahê Îranê, Şah Muhamed Riza Pehlewî bu na. Ne li hevîya bene runxwarî û kindira sitûyan, ya darvekirinê bûna

Ku, vî barê giran, ne li ser milê min û malbata min bû ya, ezê jî, di vê şeva tarî da, berî sibehê da, li mala xwe, di navbera malbatîyên xwe da, di nava cîh û nivînên xwe da, di xewekê şêrîn da bû ma.

Ji bona ku, ez peywîrdar û sûxrekarê Gelê Kurdim, Îşev, li ber sêpê ya Ecem, li hêvîya mirinê me. Li hêvîya darvekirinê me. Û ez, Qazî Muhamed, di van saetên xwe, yên dawî da, vê Hosîname ya xwe, bi destên xwe, li ber ronahîya mûmekê bê şewq dinîvîsim.

Ez, peywîrdarekî û sûxrekarekî gelê xwe, Gelê Kurdim. Ez, Qazî Muhamed, Serok Komara Mehabadê, ji Gelê Kurdra, dibêjim :

Ji birayên xwe ra, ji xuşkên xwe ra, ji dilê safî, bi hêvî û gazîyan, ji gelê xwe, yên hêja ra, dibêjim :

Ez, vayê diçim. Lê belê, gumana min, bi we û Gelê Kurd, gelê welatparêz heye.

Şêrînên ber dilê min!

Birayên min!

Kurdîstan yeke. Dayika me ye. Welatê me hemî Kurdane. Çar parê Kurdîstanê, deşt û çîya, zinar û gelî, dar û devî, gund û bajêr, çem û kendal, merg û kanî, seranser, mala me ye. Mala hemî Kurdane.

Bi xwe, bi Welatê xwe û bi gelê xwe, bi xuşk û birayên xwe, bi ewlehî bin. Bizanin ku, birayên we, yên Kurd, ji bona we, ji bona pêşeroja Kurdîstanê, ji dijminên we, çêtirin. Pêşdatirin. Dest bidin hev, mil bidin hev, dil bidin hev. Û bi hev ra, gav biavêjin.

Birayên min!

Hunê bejin : Serok Komar Qazî Muhamed! Tu çima bisernektî? Baş bizanin ku, ez û hevalên xwe, em biserketin. Ji ber ku, ez vê sibehê, ji bona pêşeroja gelê xwe, ya ronahî, jîyana xwe, didim. Ev yek, mirina me, ne cehdkerîyeke bê wateye. Ji bona min û hevalên min, li ber dilê min, Biserketina mezin eve.

Ez hevîdarbûm ji Xwedayê xwe ku, ez bi rûyekî sipî, bi enîyeke paqij û bi rûmet derbikevim peşberî gelê xwe. Li pêşberî gelê xwe, rûreş û bê rûmet nebim. Ji bona min, ji bona navê Qazî Muhamed û navê malbata Qazî Muhamed, ev rewş bese. Ev yek, di dilmin da, li ber çavên min, bê şik û bê guman, biserketine.

Birano!

Kêmasîya Gelê Kurd, nezanîye, xizanîye. Belê dermamê Gelê Kurd, bes perwerdehîya gel û nûjenîwazîye. Ji teknolojîya nûjen, ji amûrên hemdemî, ji perwerdehîyê û ji yekîtîya netewe wê da, tu kêmasîyên Gelê Kurd, ji tu gelan tune.

Ji bona ku, Gelê Kurd ji, di nava karwanê gelên hemdem da, gelên pêşdaçûyî, gelên nûjen, di nava gelên hemçax da, cîhê xwe, yê bi rûmet, bigre, pêwiste ku, em perwerdehîya gelê xwe, bîrbirina gelê xwe, Kurdewarîya gelê xwe, bi mirina xwe, girîng bibînin.

Teknolojî ya nûjen, perwerdehî û hîndekarîya hemdemi, şewqa, ronahîya, pêşeroja erdnîgarîya Rojhilata navînê jî. Perwerdehî û nûjenîwazîye, Ala, meşxela destên gelên bindeste. Û ji bona Gelê Kurd, perwerdehî û nûjenîxwazî, di destên Gelê Kurd da, çek û sîlihên bi bandorin. Çekên bi hêz û bê hempane.

Ez, ji îro û wê da, hêvî dikim ku, Ez hêvîdarim. Bila kuştina min û hevalên min, darvekirina min û hevalên min, wendakirina min û hevalên min, hilweşandina Komara Kurdîstana Mehabadê, rondikên çavên dayîkan, xwîna şehidên bin xakê, bê wate nebe.

Gund û bajarên Komara Mehabadê yên şewitî, mirovên bi agir sotî, sêwîtiya zêç û zarokan, stuxwarîya bûk û xortên bermiraz, berdîwarbûna kal û pîrên Kurdan, bê wate nebe. Neyê jibîrkirin.

Bila ev rewşa Komara Kurdîstana Mehabadê, ev rewşa, xaka Kurdîstanê, ev rewşa bira kuştînê, bira firotinê, ji Kurdên welathez, bi hiş û dilşewat ra jî, ji Kurdên xwefiroş, bêbext û xayin ra jî, bi her awayî, bila bibe zende, bibe fêre, biba êlawet.

Bi sed salan, bi hezar salan, li ser zimanên gelan, bête gotin.

Xwestekên dilê min, dilxwazîyên dilê min û daxwazîyên dilê min, yên ku, di dilê min da, man û wê di dilê min da, heya mirinê bimînin, ji we, ji gelê min heye. Ji Gelê Kurdên, Kurdhez, Welatparêz, Aştîxwaz, Azadîxwaz û mirovhez heye. Ev xwestek, xwesteka min ya Qazî Muhamed, ya ji we, ya dawiyê.

Zêç û zarokên xwe, bişînin dibistanan, bidin xwendin. Ne bejin Ev lawe û ne bejin, ev keçe. hemiyan, bişînin. Di dibistanên Kurdan da, bi zimanên bav û kalên wan, bi zimanê zikmakî, bi zimanê dayikên wan, wan bidin xwendin. Bi alavên hemçax, di avahîyên hemdem da, li ber destên mamosteyên Kurd, li ser çongan, wan di perwerdehîyan ra, derbas bikin.

Hevalno!

Em, ji alî birayên xwe, yên Kurd va, ji pişta xwe va, ji navbera her du qolincên xwe da, bi bêbextî, hatin xencerkirin. Pêşiyên me, pêşberên me dibêjin ku,
Kurmê darê, ne ji darê be, dar narize. Raste. Kurmên me jî, ji me bûn. Birîn, birîna xencera birayên me bû. Birîna me, li nava milên me bû. Li kezebên me bû. Li gurçikên me bû. Li dilên me bû.

Birîn, birîna Xencerên bi dest birayên me yên Kurd bûn. Birîna navmilên me, pir kûre, nacebire, qaşik nagre, xwîna birîna bi dest birayên me, zuha nabe, xidare û pir jî, bi êş û jan û eleme.

Ku, di vê dema Komara Kurdîstana Mehabadê da, di vê tengasiya me da, Beg û mîrekên eşîretên Kurdan, ne xwefiroş û ne birafiroş bûna, xwe ji bona, çend rojên xweşiyê, çend zêrên zer, û Eferim eke Şahê Eceman, xwe nefirotina dijminên xwe. Dilxwazî û hevaltîya dijminên xwe nekirina, bêbextî û xayintî, bi birayên xwe ra, nekirina, êrîş neanîna ser gelê me, ev yek, nedihat ne serên me û ne jî, serê Komara Kurdên Mehabatê.

Bizanin ku, ev yek, xayintîye, birafiroşîye û bêbextîyeke pir mezine. Bibextiya, neyariya, birayên me ye. Bêbextîya Kurdên xayin û xwefiroşin ku, bi birayên xwe, yên Kurd û yên Welatparêz ra kirine.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir