İçeriğe geç

Gotinen Gunehkar Kitap Alıntıları – Hesenê Metê

Hesenê Metê kitaplarından Gotinen Gunehkar kitap alıntıları sizlerle…

Gotinen Gunehkar Kitap Alıntıları

Ji Xwedê jî bêhtir min ji wê hez kir.
Dereweke nivisandî ji rastiyeke nenivîsandî rastir derdikeve.
lama sabachtani
çima te ez bi tenê hiştim ?
Dibejî qey bê dengî di navbira me de bûye zimanek .
Ez bêdeng, ew bêdeng. Ez li dû wê, ew li pêşiyê.
Evîn bîhneke gelekî xweş e, loma zû belav dibe û herkes pê dihese.
Kim olduğunuz, ne olduğunuz, hangi kabileye mensup olduğunuz benim için önemli değil ve ayrıca bana kim olduğumu, ne olduğumu ve kime ait olduğumu da sormayın.
Dîtina êşê û kişandina êşê du tiştên pirr cuda ne.
Guloka dunyayê bi dilopeke hêsirê çavê zarokekî nake
–Min divê ez bizanim, ezbenî?
–Te divê tu çi bizanî?
–Hertiştî
Me hevdu wenda kir an jî tenê min ew wenda kir.
Hestiyê bav û kalên me
Li van zozanan çandin
Û îro em bi xwîna zarokên xwe avdidin
Di jiyana xwe de
Di erdê xwe de
Em bi êşê hatin çandin
Û bi mirinê têne çinîn
Ji pirêzeyên me jî diyar e ku
Ev êşên me hertim veşarî man û
Ji bilî Xwedê ti wextekê kesek pê nehesiya.
Mûsa qewmê xwe girt û li ava sor ket
me jî daye pêșiya ehlê xwe û
em bi çiyayên xwe ketine
em bi zozanên xwe ketine
ev zozanên me
bi qasî bîhna Xwedayan fereh in.
Dinerim ku bi qasî me û jêr, jor jî gunehkar û qirêj e mîna vî erdî, asîman jî ne paqij e
Dîtina êşê û kişandina êşê du tiştên pirr cuda ne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir