Şivan Perwer kitaplarından Çîroka Newrozê kitap alıntıları sizlerle…
Çîroka Newrozê Kitap Alıntıları
Pêşîya me ronahî ye
Zana, jîr û mêrxas bû. Navê wî Kawa bû.
Hindik maye. Li hember vî zalimî wê mêrxasek derkeve
Dehak mirovekî zalim, bêbext û xeddar bû.
Roja me ya nûhilat
Vêxin agirê felat
Ji wî welatê Medya
Newroza me bi xêr hat
Vêxin agirê felat
Ji wî welatê Medya
Newroza me bi xêr hat
Newroz cejna Kurda ye
Dîroka wê ji Medya ye
Her sal emê pîroz kin
Serfiraziya Kurda ye
Ey Dehakê zilimkar
Bi wan herdu marên har
Te zar û zêçan qir kir
Mala me kir tar û mar
Bi wan herdu marên har
Te zar û zêçan qir kir
Mala me kir tar û mar
Bi teqla çakûçê min
Hêz distîne dilê min
Edî qedya zilma te
Bila bijî gelê min
Hevalno, hogirno.Bi sala ye ku me ji bo vê rojê tîr
û kevan, şûr û mertal, rim û gurz, xençer û xiştik
çêkirin.Îro, roj roja xebatê ye. Welat bê xebat û bê lebat rizgar nabe. Divê em yekdest û yekmil bin
û kevan, şûr û mertal, rim û gurz, xençer û xiştik
çêkirin.Îro, roj roja xebatê ye. Welat bê xebat û bê lebat rizgar nabe. Divê em yekdest û yekmil bin
Dapîrek,
Min we bi şîrê xwe mijand
Bi hêstirên çavan hejand
Hun ji bo çi sekinîne
Dehak laşê me pijand
Min we bi şîrê xwe mijand
Bi hêstirên çavan hejand
Hun ji bo çi sekinîne
Dehak laşê me pijand
Hey kurdên belengaz
Em mane bê ser û saz
Dehak zarokan dibe
Çawa em bibin xelas?
Em mane bê ser û saz
Dehak zarokan dibe
Çawa em bibin xelas?
Tu Dehakê zilimkar
Tu bi leşker û bi mar
Emê rojkê bibînin
Tuyê bimînî bêçar
Ez dayikek Medya me
Tucar ez neqediyame
Tovên min hîn gelek in
Di axê de jîn dame
Ezmanê me bi reş e
Gelê me dilnexweş e
Ey Kawa heta kengê
Zilmê li welat bimeşe?
Gelê me dilnexweş e
Ey Kawa heta kengê
Zilmê li welat bimeşe?
Liyane dil liyane
Sebr û seman nemane
Ey Kawayê Hesinkar
Zar û zêç me nemane!
Dehak mirovekî zalim, bêbext û xeddar bû.