Berken Bereh kitaplarından Çeme Barane kitap alıntıları sizlerle…
Çeme Barane Kitap Alıntıları
tu ji kû
Bi çi awayî têyî
Bi kêfa xwe yî
her êwar têm kuştin
Her spêde ji bû ve diwelidim
Tenê mirin nayê parvekirin
Dema wext li min teng bû
Min pala xwe da dara bîraninan
Guhdariya olanan dengê xwe kir
Min li rûyê xwe nihêrt li ber eyneya avê
Giriyam
Giriyam
Û giriyam
Kevok li ber semayê bikin
Min bi xew ve bibe
wek hembêza dayikê
Dinya giş bibe warê kulîlkan
Şîr û hingiv û to
Behr û daristan hebe
Li devera lê bijîm
Ger şev wek hembêza dayîkekî
Ranepêçe xeyalan
Xem û guman pirs li pirsê bar neke
Û bi dengê dîke sibê re
Beytakên min nefirin li ser bajarên
Li benda azana azadiyê
Nebêjin tu dijî
Wek mirovekî
Her êvar têm kuştin
Her spêde ji nû ve diwelidim
bindestiya min
neyîne bîra min..
tu ji kû
bi çi awayî têyî
bi kêfa xwe yî
Dûr im ji rastiya xwe
Şîr û hingiv û to
Behr û daristan hebe
Li devera lê bijîm
Ger şev wek hembêza dayîkekê
Ranepêçe xeyalan
Xem û guman pirs li pirsê bar neke
Û bi dengê dîkê sibê re
Beytakên min nefirin li ser bajarên
Li benda azana azadiyê
Nebêjin tu dijî
Wek mirovekî
çawa ye tahma hevşabûnê
bi vê gewdeya xilûxê
bi vî dilê zengarî
rebeno
ji çi re ye
hezar sal bijî
gamêş û beranên min dermale bibin
dê bibînin çi şêr in çiyayên min
mîna qevdek tîrêj diherike
Ji esmanê xûz
birîna min di devê min de…
wek dizekê ketibû hundir melkemot
bi bayê bezê borîbû li ber difna diya min
û hilweşandibû dîwarê emrê min
xwîn û berf û tarî tevlihev bûbûn
her tişt hingî zû diguhere
tu tê nagihê
rastî kîjan e, şaşî kîjan
dibe êş
dibe bar, dibe jan
heyîn û hebûna te
li ber tîna wê
bihele hemû çekên li dinê
mizgîniya dinyayekê ragihîne
pez û gur bi hev re bijîn
Lew her çîrok kêm hatiye gotin li vî warî
Ey şahidên vê karesatê
we xwe kerr û nebihîstî kir
rê li ber tariyê negirt
lê hûnê jî her nîvmirî bin
wê xweziyên we biguvêşe
bilerzîne gewdê we yê kurm ketiyê
ev tariya dinixumîne rastiyê, ev mija radipêçe
ev welatê ji bêdengiya we dibe kavil
ku di derenca ewil de em pêrgî wê hatin
diherike
li bersiva xwe digere
we nehişt fêrî zimanê xwe bibim
bi qasî stêrên li ezmanî
dûr im ji rastiya xwe
bapîrê min digot
gundek me hebû li quntara çiyayekî
niha hilweşiyaye bûye kavil
xwedê zane ew dara gûzê jî çûye
her ku we got
‘kuro hovo ekrad!’
her ku we pişta xwe da min
mehdê xwe ji min xeland
min fêm kir ku ne ji we me
ne cihû ne ereb ne reşik
tu kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin ji ser axa xwe
li vira
li vê dojeha we diyarî min kirî
ne ev dest yê min e êdî
ne ev dil ne ev ziman
yê diya min jê fêm nake
yê kalê min jê hêrs dibe
ev deng yên birayên min in
yên xwişkên min
yê wek guvguva bagerê dizingîne guhê min
yê olan dide li seranserê cîhanê
yê pîne dike dilê min
yê min li jiyanê dihesîne
yê serûbin dike van koxkên we layiqî me dîtî
ez hew razî me
hûn bijîn li wan qesran
kê m #8212; xwend
û ez wiha birçî bê zar û ziman
bes bikin galegal
bila biheşta we ji we re be
min dîroka xwe divê
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j’te pê ve
bêriya min bike li vir
bê ku dil lê bibe bizoteke agir kî dikare behsa wan bike
li mizgeftan fitûwa talankarîye tê dayîn
Bibezim ber kîjan deriyî hawara zarokekê olan dide
berê xwe bidim kîjan tvyê sûrete birayên min ên mirî
li vê xaka ku mirin her di semayê de ye
ji rûpelên dîroka welatek sêwî
bejna wan ji çiya bilindtir
rûyê wan ji heyvê geştir
û xwîna wan şîrîntir
ji hingiv
ji gezo
gul dibarîn ji singê wan.
mîna lehiya tofanê
ne darek jê filitiye
ne bostek ax
ne jî keda insên.
Bi zêr û zîv
Bi dînar û dolaran
Balafir, bas, keştî an trênek wê nebe
We ranegihîne deverên bi aram
Wan qesrên we yên li ser xwînê bilindbûyî
__________
Her şey kirlenmiş bu memlekette
Wêrekî û azadîye bi’ edalet
Bi xoşewîstî
Wê bizivire
Çerxa cîhanê
Bêtir adilane
li bersiva xwe digere
teyr û baz j’çi re ne ?
Ku çol û çiya nebit
çem û robar j’çi re ne?
..
Ku cansaxî nebît
Işq û maldarî j’çi re ne
dostek te jê re bêjî
wek morîyan rêz bike
peyvên ji dil bi rê ketî
Li bersiva xwe digere..
di dilê min de şîîr
di şikêfta devê min de
Sirûda ramûsanan hejaran
Ji esmanê xûz
birîna min di devê min de
dikim û nakim biserûber nabe ev ş’iir .
bo bêrîya te bikim , diçim ji vir
di dilî de agirê evînê
bo bêrîya te bikim diçim ji vir .
vî emrê birîndar li te bipêçim
lew dûrî te min ne aqil û sewda
dûrî te bêhiş û hêç im
Ji pirsên bêbersiv
çawa ye tahma hevşabûnê
bi vê gewdeya xilûxê
bi vî dilê zengarî
rebeno
ji çi re ye
hezar sal bijî
teyr û baz j’çi re ne?
ku çol û çiya nebit
şêr û xezal j’çi re ne?
ku derya nebit
çem û robar j’çi re ne?
ku ax nebit
dar û nebat j’çi re ne?
ku cansaxî nebit
işq û maldarî j’çi re ne?
û ne j’bo azadî û serxwebûnê bit
Berken û şi’r j’çi re ne?
ti kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin
ji ser xaka xwe
te wiha xwînşirîn dike li ber dilê min
neçariya me ye belkî an jî serhişkiya me
em nawestin ji mêzekirina xwe ya li eyneya avê
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j’te pê ve
bêriya min bike li vir
mîna qevdek tîrêj diherike
xwe berde newala kulê
were û min amade bike.
wek mirovekî
rûyê te galeriya xeman
destên te li xurbeta kar û şixul
û dilê te ye tê kutan li ser sinda êşê
ti kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin
ji ser xaka xwe