İçeriğe geç

Çeme Barane Kitap Alıntıları – Berken Bereh

Berken Bereh kitaplarından Çeme Barane kitap alıntıları sizlerle…

Çeme Barane Kitap Alıntıları

Wê awirên me dilê we bide ber gezan
êdî ne xem e ey mirin!
tu ji kû
Bi çi awayî têyî
Bi kêfa xwe yî
Ez ji qewmê tîrêjan im
her êwar têm kuştin
Her spêde ji bû ve diwelidim
Min bawerî pê anî
Tenê mirin nayê parvekirin
Dema wext li min teng bû
Min pala xwe da dara bîraninan
Guhdariya olanan dengê xwe kir
Min li rûyê xwe nihêrt li ber eyneya avê
Giriyam
Giriyam
Û giriyam
Ji min re stranekê vebêj
Kevok li ber semayê bikin
Min bi xew ve bibe
wek hembêza dayikê
Dinya giş bibe warê kulîlkan
Ne hewce ye mal û milk
Şîr û hingiv û to
Behr û daristan hebe
Li devera lê bijîm
Ger şev wek hembêza dayîkekî
Ranepêçe xeyalan
Xem û guman pirs li pirsê bar neke
Û bi dengê dîke sibê re
Beytakên min nefirin li ser bajarên
Li benda azana azadiyê
Nebêjin tu dijî
Wek mirovekî
Ez ji qewmê tîrêjan im
Her êvar têm kuştin
Her spêde ji nû ve diwelidim
ji min re behsa şi’rekê bikin
bindestiya min
neyîne bîra min..
êdî ne xem e ey mirin!
tu ji kû
bi çi awayî têyî
bi kêfa xwe yî
Ev welat ji bêdrngîya we dibe kavil…
Me çi xweşî dît ji te, ji yê bawerî bi te anî
Bi qasî stêrên li esmanî
Dûr im ji rastiya xwe
Her kêlîk dijwartir dibû jana derengmayînê
Ne hewce ye mal û milk
Şîr û hingiv û to
Behr û daristan hebe
Li devera lê bijîm
Ger şev wek hembêza dayîkekê
Ranepêçe xeyalan
Xem û guman pirs li pirsê bar neke
Û bi dengê dîkê sibê re
Beytakên min nefirin li ser bajarên
Li benda azana azadiyê
Nebêjin tu dijî
Wek mirovekî
nizane hezkirin çi ye
çawa ye tahma hevşabûnê
bi vê gewdeya xilûxê
bi vî dilê zengarî
rebeno
ji çi re ye
hezar sal bijî
hela bila bihar bê, av dakeve qurmê berûyan
gamêş û beranên min dermale bibin
dê bibînin çi şêr in çiyayên min
mîna robarekî nazdar e evîna min
mîna qevdek tîrêj diherike
Hatim
Ji esmanê xûz
birîna min di devê min de…
li ber perwaza kulekê re
wek dizekê ketibû hundir melkemot
bi bayê bezê borîbû li ber difna diya min
û hilweşandibû dîwarê emrê min
xwîn û berf û tarî tevlihev bûbûn
Her tişt tatêla mehşera ferhenga xwe ye
Hingî zû diherike wext
her tişt hingî zû diguhere
tu tê nagihê
rastî kîjan e, şaşî kîjan
dibe êş
dibe bar, dibe jan
heyîn û hebûna te
ji min re stranekê vebêj
li ber tîna wê
bihele hemû çekên li dinê
mizgîniya dinyayekê ragihîne
pez û gur bi hev re bijîn
Wer bê metirsî pala xwe bide vi kevnekavilî
Lew her çîrok kêm hatiye gotin li vî warî
Erê, hûn
Ey şahidên vê karesatê
we xwe kerr û nebihîstî kir
rê li ber tariyê negirt
lê hûnê jî her nîvmirî bin
wê xweziyên we biguvêşe
bilerzîne gewdê we yê kurm ketiyê
ev tariya dinixumîne rastiyê, ev mija radipêçe
ev welatê ji bêdengiya we dibe kavil
Jiyan, ew barê giran
ku di derenca ewil de em pêrgî wê hatin

diherike

Her insan kêm e mîna pirsekê
li bersiva xwe digere
we nehişt fêrî jiyanê bibim
we nehişt fêrî zimanê xwe bibim
bi qasî stêrên li ezmanî
dûr im ji rastiya xwe

bapîrê min digot
gundek me hebû li quntara çiyayekî
niha hilweşiyaye bûye kavil
xwedê zane ew dara gûzê jî çûye

her ku we got
‘kuro hovo ekrad!’
her ku we pişta xwe da min
mehdê xwe ji min xeland
min fêm kir ku ne ji we me
ne cihû ne ereb ne reşik
tu kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin ji ser axa xwe

li vira
li vê dojeha we diyarî min kirî
ne ev dest yê min e êdî
ne ev dil ne ev ziman
yê diya min jê fêm nake
yê kalê min jê hêrs dibe
ev deng yên birayên min in
yên xwişkên min
yê wek guvguva bagerê dizingîne guhê min
yê olan dide li seranserê cîhanê
yê pîne dike dilê min
yê min li jiyanê dihesîne
yê serûbin dike van koxkên we layiqî me dîtî

ez hew razî me
hûn bijîn li wan qesran
kê m #8212; xwend
û ez wiha birçî bê zar û ziman
bes bikin galegal
bila biheşta we ji we re be
min dîroka xwe divê

Her kêlîk dijwartir dibû jana derengmayînê
Hê germ ê xweliya dilê min
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j’te pê ve
bêriya min bike li vir
yên mirin ji bo çi mirin, yên hatin kuştin zarokên kê bûn
bê ku dil lê bibe bizoteke agir kî dikare behsa wan bike
li dibistanan sirûdên xwekuştinê tên jiberkirin
li mizgeftan fitûwa talankarîye tê dayîn

Bibezim ber kîjan deriyî hawara zarokekê olan dide
berê xwe bidim kîjan tvyê sûrete birayên min ên mirî

Kî dikare birîna min bikewîne, jana dilê min vemirîne
li vê xaka ku mirin her di semayê de ye
Me dît wek bayê bezê borîn
ji rûpelên dîroka welatek sêwî
bejna wan ji çiya bilindtir
rûyê wan ji heyvê geştir
û xwîna wan şîrîntir
ji hingiv
ji gezo
gul dibarîn ji singê wan.
brîneke xedar e
mîna lehiya tofanê
ne darek jê filitiye
ne bostek ax
ne jî keda insên.
Ji siyasetmedaran bila hêvîya we nebe
Bawerî neyînin bi mal û milk
Bi zêr û zîv
Bi dînar û dolaran
Balafir, bas, keştî an trênek wê nebe
We ranegihîne deverên bi aram
Wan qesrên we yên li ser xwînê bilindbûyî
Her tiştê gemar bûyî li vî welatî
__________
Her şey kirlenmiş bu memlekette
Da em parve bikin
Wêrekî û azadîye bi’ edalet
Bi hêminî
Bi xoşewîstî
Wê bizivire
Çerxa cîhanê
Bêtir adilane
Her însan kêm e mîna pirsekê
li bersiva xwe digere
Ev welat ji bêdrngîya we dibe kavil
Ku esman nebit
teyr û baz j’çi re ne ?

Ku çol û çiya nebit
çem û robar j’çi re ne?

..

Ku cansaxî nebît
Işq û maldarî j’çi re ne

Ger hebe xiyalek te
dostek te jê re bêjî
wek morîyan rêz bike
peyvên ji dil bi rê ketî
Her insan kême mîna pirsekî
Li bersiva xwe digere..
di paşila min de işq
di dilê min de şîîr
di şikêfta devê min de
Sirûda ramûsanan hejaran
Hatim
Ji esmanê xûz
birîna min di devê min de
Wek welatê xwe yê hem heye û hem nîne
dikim û nakim biserûber nabe ev ş’iir .
Diçim ji vir , diçim ji vir
bo bêrîya te bikim , diçim ji vir
di dilî de agirê evînê
bo bêrîya te bikim diçim ji vir .
de ka destê xwe welato
vî emrê birîndar li te bipêçim
lew dûrî te min ne aqil û sewda
dûrî te bêhiş û hêç im
Ma nawestî
Ji pirsên bêbersiv
nizane hezkirin çi ye
çawa ye tahma hevşabûnê
bi vê gewdeya xilûxê
bi vî dilê zengarî
rebeno
ji çi re ye
hezar sal bijî
ku esman nebit
teyr û baz j’çi re ne?

ku çol û çiya nebit
şêr û xezal j’çi re ne?

ku derya nebit
çem û robar j’çi re ne?

ku ax nebit
dar û nebat j’çi re ne?

ku cansaxî nebit
işq û maldarî j’çi re ne?

û ne j’bo azadî û serxwebûnê bit
Berken û şi’r j’çi re ne?

ne cihû, ne ereb, ne reşik
ti kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin
ji ser xaka xwe
Me çi xweşî dît ji te, ji yê bawerî bi te anî
tiştek heye teqez
te wiha xwînşirîn dike li ber dilê min
neçariya me ye belkî an jî serhişkiya me
em nawestin ji mêzekirina xwe ya li eyneya avê
hê germ e xweliya dilê min
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j’te pê ve
bêriya min bike li vir
mîna robarekî nazdar e evîna min
mîna qevdek tîrêj diherike
xwe biwalîne li şevê
xwe berde newala kulê
were û min amade bike.
nebêjin tu dijî
wek mirovekî
tu tenê yî û birîndar î
rûyê te galeriya xeman
destên te li xurbeta kar û şixul
û dilê te ye tê kutan li ser sinda êşê
ne cihû, ne ereb, ne reşik
ti kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin
ji ser xaka xwe

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir