İçeriğe geç

Evina Qedexe (Helbest) Kitap Alıntıları – A. Sıvar Yalçın

A. Sıvar Yalçın kitaplarından Evina Qedexe (Helbest) kitap alıntıları sizlerle…

Evina Qedexe (Helbest) Kitap Alıntıları

û çend dilopên serserî
xwe danîn pencera min
nizanim ji dil dihatin
an ji esman.
nizanim hêsîr bûn
an baran.
Welatê min Kurdîstan
Ez
Li çiyayên welatê xwe
Li gelîyê Zîlanê
Li ser sûka Mehebadê
Li bajarê Halepçê
Û ew dûyên bêeman
Ku radibin ji gundan
Ku di tembûra Şivên da
Tev bûne stran
Digerim êş û keserên Kurdan
Guhdarî dikim bi hezaran dengbêjên xwezayî
Jîyan tune bê Berxwedan
Li çiyayên welatê min
Bakûr , Başûr , Rojhelat in
Mûnzur, Dicle û Ferad in
Amed, Hewlêr, Mehebad in
Tev peşmergeyên welat in
Li çiyayên welatê min
Kurd azad in tenê li wa
Li çiyayên welatê min
Derman dîsa li çîyan in
Li çîyayê welatê min
Dengê balafiran ket nav yê qîrînan
Û edî digerîya mija jehrin
Li nav bajarê kurdan
Ez
Li çiyayên welatê xwe
Li gelîyê Zîlanê
Li ser sûka Mehebadê
Li bajarê Halepçê
Û ew dûyên bêeman
Ku radibin ji gundan
Ku di tembûra Şivên da
Tev bûne stran
Digerim êş û keserên Kurdan

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir