İçeriğe geç

Siyabend u Xece Kitap Alıntıları – Roni War

Roni War kitaplarından Siyabend u Xece kitap alıntıları sizlerle…

Siyabend u Xece Kitap Alıntıları

Derdekî mezin bû ku dilê wî kiribû hêlîna xem û keseran!
Biner li vê biharê, çi xweş bihar e, lê dinya dem û dewran e! Hûn wisa fort û zirtan li hember qîzê bavan dikin ma ji we re ne eyb û kêmanîyek giran e!
Çavên te ji min rê him çem û him kanî ne.
-Bira, bi navê Xwedê ev keçik felek be jî ez destê xwe pê nakim.
Ma destê mirov li vê xweşikbûna digere xwe mirov xerabiyekê pê bike.
Hema heta îro çi anîbe serê min jî bilaqe, ser ser û çavên min..
-Dibêjin, Mirov bazde ew ê bigihêje belayê, lê ku bisekine ew ê bela xwe bigihîne wî..
Ne bi dilekî bi heft dilan dil ketibû keçikê.
Heger ku mirov wazîfeyek kir divê baş bike.
Xwedayê min, dinerim ku rehm û şevqet di dilê însanan de nemaye.
Bila soz û qerarê min li ber destê te be êdî li vê dinyayê jiyana nav însanan li min heram e.
Ji niha û pê ve ez ê ji xwe re li derve, li çolê, li nav heywanên hov bimînim û bijîm.
Ez ê li nava gur û hirçan bijîm.
Ez ê bi teyr û tebayên çolê re hevaltiyê bikim.
Mal qiloçê mêra ye û gemara destê mirovan e..
Bila xwede kesî bê dê û bav nehêlê!
Serê min jî ser kab û çongên xwe deyne, birînê, min bikewîne.
Serê min jî li ser kab û çongên xwe deyne,
birînê min bikewîne!
Te dinya li pêş çavên min xweş kir,
Xeca minê êdî dinya ji bona min xweş e, ne derewîn e!
Bila Siyabend li çerx û dewrana dinyayê
rojekê duduyan bi te re bimîne!
Xecê bila ez li dara vê dinyayê rojekê duduyan bi te re bimînim!
Lê Xecê minê serê min bi qurbanê,
ez ê bi ezraîl re şerekî deynim,
bila ev nebe kul û meraq û bi min re nemîne!..
Heger ku mirov wazîfeyek kir divê baş bike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir