İçeriğe geç

Pîrebok Kitap Alıntıları – Rıdvan Karaaslan

Rıdvan Karaaslan kitaplarından Pîrebok kitap alıntıları sizlerle…

Pîrebok Kitap Alıntıları

&“&”

Zarok bûm.Wê çaxê min evîn û evîndarî nas nedikir. Min digot belkî dinya ji min û te re ava bûye.Mixabin, evînên zarokatiyê bi zarokatiyê re dimire.
Kêfa min ji mal û milk û zewacê re nayê.Ez ji azadiyê û gerê pir hez dikim."
Min bêriya xewa ser xaniyan kiribû."
Hinek zarok bi gogê hinek bi heftokê, hinek jî bi xaran dilîstin.Min kulmek xar ji bêrîka xwe derxist û li wan belav kir.Keçikeke porzer û çavşîn li hemberî min sekinî û bi dengekî zelal got: Apo, xarekê bide min jî."
Gava ku wexta mirinê hatibe, ne hewce ye mirov bi dû mirinê bikeve, ew her tim li dû mirov e û bi dengekî xwe dirêjî mirov dike
Tenêtî, bêevinî,rebenî û tunebûnê riya xeyalan vedikir.Xeyal seyd bûn, zarok seydvan; yan jî zarok seyd bûn, jiyan seydvan…
Zarokên dilbirîn şervanên xeyalan bûn, bêtirs û bi bawerî…
Jiyanek bê evîn û bê dilovanî zarok ji malê diteriqandin.
Însan di nava hebûn û tunebûnê de qaosek e.Di nava vê qaosê de başî û xerabî tevlihev bûye.Şeytan an însan, du sembol in, yek başî ye, yê din xerabî.Lê, şeytan û însan ji destên hosteyekî derketine.Ma dibe ku yek bi temamî baş û yek jî bi temamî xerab be?…Na başî û xerabî tevlihev e.Ku mirov dixwaze başiyê di dilê xwe de bike serdest, an jî xerabiyê…
Min bêriya xewa ser xaniyan kiribû."

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir