Helîm Yûsiv kitaplarından Gava Ku Masi ti Dibin kitap alıntıları sizlerle…
Gava Ku Masi ti Dibin Kitap Alıntıları
Ji bo wî ew pirtûk ne tenê çend tîp, çend hevok yan çend nivîs bû, na. Di pirtûkê de tîp ketibûn rengê agir, ji hevokan bêhna dilekî şewitî dihat û ji her peyvê cihokeke eşê diherikî. Êşeke kor, xweş, bijan û dijwar.
Tenê yek rê li ber vekirî bû, ew jî ew pirtûka bêdeng û stûr bû.
Dikir nedikir ji dîtin û axaftinên wê têr nedibû.
Tu dibînî ka em çiqas nêzîkî hev in, rûbirûne û bi van sînoran jî çiqas ji hev dûr in. Lê roja ku ev sînor ji holê rabin wê bê Wê ew roj bê
Bûyerên nû wisa dikirin ku yên kevin bêne jibîrkirin
Ez li hişê van mirovan şaş dimînim. Ew qas ji xwe razî ne. Qala xwe û destkeftinên xwe, jîrbûn û zanebûna xwe dikin, lê ji hovîtî û bêhişiya xwe jî ne agahdar in. Yek ji wan ji dayik dibe, hema bîr dibe, hinekî mezin dibe, ji bîr dike ku dawiya wî mirin e. Ne ji te menê xwe razî ye, ne ji jiyanê razî dibe, ne jî mirinê diecibîne. Qala temenê kin dikin û bi şev û roj di pêşbaziya çêkirina çekan de ne, bê kî pirtir dikare kê bikuje, ramanan ji xwe re diafirînin û rê li ber kuştinê vedikin.
Derya li vî welatî tinebûn, lê deryayên ji pirsan seranserê welêt dagirtibûn.
– Te muz xwarin?
– Erê.
– Ka qaşil?
– Min ew jî xwarin.
– Heval qaşil nayên xwarin.
– Na lo, wileh xweş bûn.
– Erê.
– Ka qaşil?
– Min ew jî xwarin.
– Heval qaşil nayên xwarin.
– Na lo, wileh xweş bûn.
Baş e ku li dinyayê xew heye, nexwe wê mirov dîn bibûna.
Ji bo wî ew pirtûk ne tenê çend tîp, çend hevok yan çend nivîs bû, na. Di pirtûkê de tîp ketibûn rengê agir, ji hevokan bêhna dilekî şewitî dihat û ji her peyvê cihokeke eşê diherikî. Êşeke kor, xweş, bijan û dijwar.