İçeriğe geç

Dersen Civaki Kitap Alıntıları – Bediüzzaman Said Nursî

Bediüzzaman Said Nursî kitaplarından Dersen Civaki kitap alıntıları sizlerle…

Dersen Civaki Kitap Alıntıları

Ne bi neslê, ne bi salê ye 
Ne bi cî û meqam e,
Ne bi malê ye 
Begê min, mezinatî bi kemalê ye
Ê me Kurdan, di dilê me de, cesareteke (wêrekiyeke) ku cesedê me dadigre, hetta belkî fireh bûye û li van newalan bûye weke çiyayan û bûye keleh heye. Di serê me de têrtije zekaweta me heye. Singê me bi xîretkêşiyê mişt dagirtî ye. Me îtaetek heye ku dikare beden û azayên/organên me bi dev re bike. Me ferd hene ku dikarin newalan tije bikin heyat û çiyayan jî bixemilînin
“Ez” nabû “Me”
“Ewê ku evê kitêba min a Remezaniyeyê bistîne, ku bi dîqqet bala xwe nedê, li perîşaniyeta lefz û nezma wê binêre û cehda fêmkirina maneya wê neke, ez heqê xwe lê helal nakim. Her dem mumkun e kudi sedefekî nerind de, cewherekî xas hebe.”
Yê ku ronakbîrekî/roşinbîrekî mektebî wenda bike, wisan zerar dike mîna ku bi hezaran kesî, di pêşbaziya medeniyetê de wenda bike. Îca vî zemanî, tenê ew egîtiya maddî têr nake û ne bes e. Lewra biyaniyan, bi xêra fenna herbê zora me biriye.
Zimanê min, ji fikra min re nikare baş tercumaniyê bike. Hûn bi hêza aqilêxwe, întîzamekê bidin van gotinên min ên perîşan.
Ji hêla dîn ve,biserketina li hember medeniyên îro, bi îqnakirinê ye; ne bi cebr û zorê ye.
Îca ew ên bêgiram û laûbalî ne, bila baş bizanibin ku ew bi bêdîniyê, nikarin xwe bi tu ecnebiyî bidin hezkirin. Lewra ew dê ji ber vê yekê, bêmeşrebiya/rewiştiya xwe nîşan bidin. Bêmeslekî, naye hezkirin.
Meşreba/xuya cemiyeta me, hezkirina ji wê maneya muhebbeta nav-bera Musulmanan e û dijminahiya li hember wan delîlên neyartiyê ye. Û rêya wê, ew e ku bi exlaqê Ehmedî (s.) bi exlaq bibin û sunneta Ne-bewî jî zindî bikin.Û rêberê wê, şerîeta ronak e û şûrê wê, ew delîlên birra ne û amanca wê, î’laya kelîmetullah e.
îstîbdad ku heye, çi di îdareyê de be çi jî, di ilim de be, wan hilberînên ku fêkiyên kar û kedê ne, ji binî diqedîne/dibirîne û berê pişta xwe dide rabirdûyê. Îca di rayedariyê de hêz û qewet, divê di qanûnan de be û di ilim de jî qewet, divê ku di heqqiyê de be. Na ku ne wisan be, îstîbdad bi xwe, dibe desthilatdar û serdest.
Îca gava ewên ku li van peyvên min ên tevlîhev binihêrin, ji kerema xwe re bila ew bi mêvantî û nefsbiçûktî, wî ruh û giyanê xwe bişînin cem wî cesedê min ê ku di wesfê “Maleke Kurd” de ye; da ku xezîneya xeyalên min bibîne û teftîş bike û wan tiştên nepenî, karibe jê derxe. Ango bila bi çavên min li Leylaya min temaşe bike. Bijî şerîeta pak û ronak!

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî

Gava ku mêrek/zilamek, kincekî rind li ser jinekê bibîne û ew kinc ku zaf li wê jinê hatibe û kêfa wî mêrikî ji wî kincî re bê û ew mêrik rabe wî kincê wê jinikê li xwe bike, dibe mixennes û serjinik û bi ser de jî rezîl dibe.
Ji bo dunyayê, dîn naye fedakirin.
yê ku bi awayekî rast ji Sani’ê ‘alemê re bibe ‘ebd û xîzmetkar, divê ku bi tu awayî tenezzulî zelîliyê neke û ji xelkê re ‘ebdîtî neke.
Elhasil, edalet, her bi çi navî be, edalet e; çi heye ku karîgeriyeke mezin a guherîna navan/îsman heye. Hetta di mentiqê de, tiştekîtek, digel ku zerûrî be jî, gava tenê bi navekî be, di navên din de ne-zerî/teorîk e. û nimêj, bi navê îbadetê –digel ku berê wê li aliyê qibleyê yesehîhe û qurb/nêzîkahî ye û bi navê lîstikê yan jî berê wê li aliyê qibleyêbe jî, batil û heram e, nimêj jî aliyê sûretî ve dîsan ew nimêj e.
Ev serê panzdeh salan e ku min di nav îhtiyacên xwe de, ji xwe re, du hedef kiribûn amanc. Min ji xeynî van her duyan, tu navgîneke ku dahatûya Kurdistanê temîn bike, nedît.

Ya Pêşî: Îttîhada/yekbûna neteweyî. Ya duduyan ew e ku tevî wan ilmên dînî, ew fennên lazim ên dewrû serdema me, li her aliyî werin tehsîlkirin. Îca ev ku hene, esas û bingehawan û medreseya wan, ew alayiyên eşîran in. Li ser vê razê/sirrê,ez bi awayekî bêperwa dibêjim: Ew kesên ku di nav eşîran de ne esker in, divê ew jî mîna wan ên dî,bibin eskerên millî. Lewra eskerî ku mîna tîrêjeke elektrîkê ye, di nav van eşîrên cur bi cur de, dê têkildariyeke kimyewî pêk bîne û dê bike ku ew fikir û ramanên wan ên cihê cihê, bigihîjin hev û dê bihêle ku ew cewherên wan û ew qîmeta wan a heqîqî, derkeve holê. Bi ser de jî ew gihîştina wan, dê wisan bike ku roniya hîndekarî û perwerdehiyê, tevî wê qeweta/hêza germ a Kurdan zindî bibe. Çimkî koçerî, hêrsokîtî û bêhukûmetî, dibe sedem ku bi zordestiya hukûmetê, xizanî û bêçaretî derkeve û ev feqîrî jî, zorê dide ku xerez û qesd li hember hev pevbiçin. Bi vî awayî, ji ber ku daîma gilîkirin, mîna olandana/dundengîbûna dengê mirinê, li navendê deng didin, ciyê ku hukûmetli wan şefqet bike, ew radibin xwe musteheqî şîmaqa/sîlleya wê dikin.Li ser vê yekê, neyar û dijmin jî, bi vê kêfxweş dibin û ehlê xîretkêşiyêjî, ji nava serê xwe diqîrin û qeweta wan a manewî, bi derba bêhêvîtiyê dişkê û dilê ehlê besîretê jî dişewitîne.

Hem jî digel ku xwedî hêzeke mezin a leheng û şervanên bi qasî çilhezarî (40 000) ne jî, ji ber lihevnekirinên hundirîn, mehû dibin û ji berwan tevliheviyên ku ji dijberitiyê tên, ciyê ku dê merhemeta bavîtiyê li wanbê kirin, wisan dibe ku ew buxza zalimî bi ser wan de bibare. Îca ji xeynî van, jixwe wisan bûye ku Kurdan, êdî ji wan zanistên nû û ji perwerdehiya nûjen nefret kiriye.
1. Ji ber ku di zahirê xwe de, ji nav biyaniyan tên. 2. Ji ber ku hin meseleyên fennî/zanistî, bi hin çîrokên Îslamî û bi hin dirûvpêdayînan re di nakokî û pevçûnê de ne. Jixwe wan merivên awam, hin ji wan çîrok û teşbîhan, hema wisan bi ser de, weke eqîde û rastî di hişê xwe de qebûl kirine. 3. Ji ber ku ew, wê usûla wan medreseyên xwe, weke kan û madena hemû kemilînan dibînin; lê belê îca ew van zanistan, ne li gor rêbaza medreseyan dibînin. 4. Hin ji ehlê mektebê radibin, Îslamiyetê, hema tenê ji aliyê wê yê derve ve, ji ber teqlîdkariyê, weke baweriyeke zarokiyane dibînin û birêya zanistên fennî, ketiye meylkirineke feylesofî û gel jî, li hember wan,ketine nava wan fikarên tije şik û gumanan. Îca ji ber vê yekê Kurd, ji wêhîndekarî û perwerdehiya nûjen, bi awayekî jidil vediciniqin.Tekane çareya vê ev e ku ew ciyên wan alayiyên eşîran û ew deriyê bala yê eskeriyê, bi dibistan û perwerdehiyan bê tijekirin û ev medreseyênku ji bo wan, weke kana seadetê ne; lê mixabin ku ji nava wan hatine rakirin, careke dî, ji nû ve divê werin zindîkirin û tevî ilmên dînî, ew zanistên nûjen ên ku lazim in, bi destê wan alimên Kurd, biderskî werin dayîn.

Kurtebêjiya peyvê: Ew yekîtî ku ji bo her gelî, nemaze ji bo Kurdan,pevgirêdana pêt û saxlem û hêmana jiyanê ye, gava ku bibe qes-rek/koşkek, ew alayiyên eşîran û ew eskeriya ku ji heqê her unwanî tê der,dê bibe temelekî dirêj û biasas û dê bibe arîkeke/remaxeke muh-kem û saxlem. Û ew hîndekarî û perwerdehiya ku wê qesra yekîtî û îttîfaqê/hevgirtinê ronahî dike yan jî, ew zanistên ku ji bo jiyana gelan, mîna ye wê xwîna ku di reh û demaran de digere û weke kana vê gaza hewayêye, her yek ji wan alayiyên eşîran dê bibe mîna medreseyeke zanistan û dê bibin mîna fabrîqeyeke mezin a sanayiyê ku meriv jê re hejmetkar dimîne. Seyda Hukûmet, heke li gor qabiliyeta alayiyan, derseke baş a întîzamê bide, çiqas xweş û ya xwestinê ye, wesselam.
Seîdê Kurdî

Û wesiyeta paşî,
xwendin, xwendin xwendin û
desthevgirtin, desthevgirtin,desthevgirtin.
Devletler, kontrollerine aldıkları muhalefet hareketlerini, ayaklanmaları ya da devrimleri, dışında kaldıklarından daha kolay engeller.
Ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e ku em sê şûrên elmas bidest xwe bigrin; ta ku em her sê cewherên xwe ji dest xwe nekin, hersê dijminê xwe ji ser xwe rakin. Û şûrê ewil, mearif û xwendin e. Êduduyan, îttîfaq û muhebbeta millî ye. Ê sisiyan, însanê bi nefsaxwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û piştaxwe nedetê.
Bi vê destpêka avakirina van ciyên perwerdehiyê û medreseyan, dê yekîtî û hevgirtin ciyê xwe bibîne û ew qeweta pir mezin a hukûmetê ku ji ber lihevnekirina navxweyî mahw dibe, dê careke din li destê hukûmetê vegere û bi vî awayî dê destê hukûmetê, li hember derve, bi qewet bibe û bivî awayî Kurd, hem dê edaletê heq bikin hem jî dê ji medeniyetê re musaîd bibin û dê cewherê xwe yê fitrî nîşan bidin.

Molla Seîdê Meşhur

Eğer yaşanmakta olana başkaldırıyorsanız ve gençseniz, yaşadığınız her ne olursa olsun serüvendir.
Li van ciyan jî, ew ilmê ku ji qedîmî zeman ve ye li medreseyan tê xwendin û pê re jî ilmê fennê yê dewra me, divê bê hînkirin. Ji xeynî van, îhyakirina hin medreseyên din jî, bêguman dê bibe wesîle ku heyata maddî û manewî ya rojên pêş a Kurdistanê, temîn bike. Bi vî awayî, dê temel û bingeha marîfetan bê danîn.
Ev her sê ciyên perwerdehiyê, evder bin baş e: Yek jê, li hêla Beytuşşebabê ku ev der, navenda eşîrên Ertûşê ye,Ya din, di navbera Motkan, Balikan û Sasonê de,Yek jî jê, li Wanê ku ev der jî, di navbera Sîpkan û Heyderan de ye,bê avakirin.
Lewra vê yekê, dilêwan kesên ku haya wan ji rojên pêş heye û xema îstîqbala/ayendeya xwe dixwin, daxdar û birîndar kiriye. Îca çareya vê: Ji bo numûneyêke xweş û ji bo ku bibe wesîleya halan/teşwîq û rexbetê, divê ku li çendciyên cihê cihê yên Kurdistanê, sê ciyên perwerdehiyê werin avakirin û di her yek ciyekî de jî qet nebe pêncî telebe hebin û debara wan jî, bixêra hukûmeta hêja, bê sêwirandin.
Ew ên ku ji zemanê berê ve ji Kurdan bi paş de mabûn, îro ji halê wan ku di ciyê xwe de li paş mane, îstîfade dikin. Ev ku heye, dike ku ehlê xîretkêş, hûr û kûr biponijin. Ev her sê tiştên ha, di rojên pêşde, derbeyeke bidehşet ji Kurdan re amade dike.
Ji ber vê yekê, ev zarokên Kurdan, ji marîfet,ilim, hînbûn û perwerdehiyê marûm dimînin. Îca ev ku heye, bi xwe re wehşet, keşmekeşî, tevlihevî, û şemateya dewletên Rojava, vedixwîne nava me. Bi ser de jî bela ku xelkê vê derê, di rewşa wehşet û teqlîda halê destpêkê de hatiye hiştin, rebenan ji tesîra metirsî, şik, guman ûtirsan re dibin hedef.
Eynî em şikir dikin. Lê belê ji van mekteban,tenê ew zarokên ku bi zimanê Turkî dizanin, feyde dibînin. Zarokên Kurdan ku bi zimanê Turkî nizanin, tenê wan medreseyên ku ciyê ilmêne, weke ciyê kemilînan dibînin. Îca ew mialimên/mamosteyên wan jî,bi zimanê Kurdî nizanin.
Di vê cîhana medeniyetê de û di vî esrê pêşveçûn û pêşbaziyê de,mîna birayên din, ji bo Kurd jî bikaribin bigihîjin pêşveçûnan, bi xîreta hukûmetê, li bajarok û gundên Kurdistanê, hin mekteb/dibistan hatineavakirin û vekirin.
qewmekî mîna Kurd ku zû bi zû serê xwe ji tukesî re xwar nake
Bila ew qusûra ku di xwe îfadekirina Kurdekî ku nû hişyar bûye û bi Turkî baş nizane de bê efûkirin. Hem jî xîtabî tebeqeya bijarte dike,îşaret bes e.
Belê, Zatê ku çavê moristangê û mîdeyê wê xuluqandiye, eynî ew bi xweye ku rojê û hemû kaînat jî xuluqandiye. Çimkî kaînat, ketiye nava hev û dî .Her tişt bi her tiştî re girêdayî ye. Nexwe ew kesê ku ne xwedî destekî biqewetê ku karibe kureya erdê, tevî stêrk û rojên wê, mîna hebên tezbiyê rake, li hev bigerîne, nikare di kaînatê de doza xuluqandinê bike û di tu tiştî de jî nikare îddîaya îcadê bike.
Elhasil: Millet baqî ye; ferd fanî

اَلْمِلَّةُ بَاقِيَةٌ وَمَا أَمَدَّهَا وَالْفَرْدُ فَانٍ وَمَا يَتَمَثَّلَهُ

‘وَالْمَوْتُ يَوْمُ نَوْرُوزِنَا’
Belê, Zatê ku çavê moristangê û mîdeyê wê xuluqandiye, eynî ew bi xweye ku rojê û hemû kaînat jî xuluqandiye. Çimkî kaînat, ketiye nava hev û dî.Her tişt bi her tiştî re girêdayî ye. Nexwe ew kesê ku ne xwedî destekî biqewetê ku karibe kureya erdê, tevî stêrk û rojên wê, mîna hebên tezbiyê rake, li hevbigerîne, nikare di kaînatê de doza xuluqandinê bike û di tu tiştî de jî nikareîddîaya îcadê bike.
Melayê Cizîrî, bi Kurdî çi xweş gotiye:
Mîm metle’ê şemsa ehed ayîne sifet kir
Lami’ ji Ereb, berqê li fexxarê ecem da

** Wî, ew navê Muhemmed ji roja ehediyetê re kir ‘eyne
Li Ecemê nîşan da, Wî, ew tecelliya nûra wî ya ku dibiriqî, li diyarê Ereb nîşan da.

Namık Kemal wiha gotiye:
Tu ew mehbûbê alemê yî ku zulfê ebrûwana te ye
Kemera mezin a Kabeyê quba Mescîda Eqsa
Tu ew nûra cemalullah î ku eşqa husna te ye
Çiraya Şeva Îsra sîraca qerîbiya ew edna
Ecêb tu Kabeyeke îsmetê yî ey ruhê bihuştî ku
Dibe axa te ya muqeddes ew secdegeha Adem û Hewwa
Tu mushefeke ecêb a hîkmetê yî ey feyzê îlahî ku
Her neqşê husna te dike şerhrazê ‘ellemel esma
Her sefheyeke kitêba husna te sûretekî î’caz
Heq xaliqê xettên wan dêmên te ayeteke kubra
Belaxet ew e ku li gor pêdiviya rewşê û li gor tehemmul û taqeta meqam, bi awayekî kemilî û zelal bê îfadekirin.
Medeniyetê dehê ji sedî yê mirovahiyê, derxistiye seadeteke sexte, qelb û xapînok; ji sedî heştêyê avetiye nav tengasî û sefîliyê
Seadet û bextewarî ew e ku ji hemû kesî re yan jî piranîyê re bibe seadet.
Hem di medeniyeta îro de ji ber wê zorpêdayîna hewaya serbest, wisan kiriye ku wan îhtiyacên ku ne zarurî ne, kiriye zarurî.
Yekî koçer digel ku tenê muhtacê çar tiştan e, medeniyetê ew muhtacî sed tiştî kiriye û feqîr hiştiye.
Çar unsûrên wijdan û çar hestên ruh hene.
Îrade, zêhn, hîs û dil.
Îca her yekî ji wan re, armanceke eslî heye.
Ya îradeyê, îbadetullah e.
Ya zêhnê, marîfetullah e.
Ya hîssê, muhabbetullah e.
Îbadetê kamil, van her çaran di nav xwe de dihewîne.
Koçerekî hov, ji çolê tê, di pey kelîmeya eşhedê de, bi îksîrê wê muhebbeta Nebewî, bi yek carekê vediguhere, êdî dirûvî wî nade wî; diçe nava qewmekî din û ji wan re dibe mamosteyekî hîkmetê.
Şexsek, çawa ku bi temamî naşibe şexsekî din, Fêm bi xwe jî, naşibe fêmeke dî. Delîl yek be jî, terzê têgihîştinê û rêya famkirinê, cihêrengî ye.
JÎNDAYÎNA DÎN, JÎNDAYÎNA GEL E JİYANA DÎN NÛRA JİYANÊ YE
Ji bîr kirin nîmetek e, tenê êş û elemên her rojî bi serê xwe dide kişandin,yên civandî dide ji bîr kirin. Wekî dereceyên heraretê, di her musîbetekê de dereceya nîmetê heye. Divê mirov yê mezintir bifikire, nîmetê ku di yê biçûk de ye bibîne û ji Xwedê reşikur bike. Yan na mirov mezin bike û pif bide wê biwerime, ku bê meraq kirindê bibe dudu. Wê gavê mînaka wê ya di dil de dê bifetile heqîqetê.
Lewra çawa ku xelasiya eleman lezzet e; xelasiya lezzetan jî elem e.
Heke bihuşt tune be, dojeh ‘ezabê nade. Hişke serma tune be, naşewitîne
Bi Kurtasî: Lihevhatina tebeqeyan û yek çareya ku wan nêzî hev bike ew eku divê zikata ku ji ruknê Îslamiyetê ye, ji rêveberiya civakê re wekî dustûrekî fireh û mezin bê qebûl kirin. Tunekirina faîz û navgînên wê ye ku di Îslamiyetêde ji gunehên herî mezin e. ‘Edaleta Qur’anî, li ber deriyê alemê disekine û jifaîzê re dibejê: “Qedexe ye, heqê te tune ku tu bikevî hundir”. Remza “bi kalbûna demê re Qur’an ciwan dibe”, derdikeve holê
Di ciyê ku tebeqeya sefîlan li hemberî tebeqeya dewlemendan rêz,îtaet û hezkirina bermaberî hev nîşan bidin; tenê dengê şoreşê, qîrînên dexesiyê, zarîna rikê, fîzara tolhildanê bilind dibe, tê bihîstin.Di ciyê ku tebeqeya dewlemendan li hemberî tebeqeya sefîlan merhemet,êhsan û lutifê nîşan bidin, ji wan tenê agirê zilmê, halana zordestiyê,dengê bilind ê biçûkxistinê dadikeve. Vaye ji vê rewşa ruhî ye ku ew qabiliyeta di esilzadeyan de ku dibesedemê nefsbiçûkî û dilşewatiyê, bûye sedemê quretî û xurûrê. Ew kêmqewetiya feqîriyê û feqîriya gelî ku dibe sedemê şefqet, dilşewatîû alîkariyê; bûye sedemê êsîrî û selafeta wan.Heke ku tu şahid bixwazî, li fesad û rezaleta alema medenî binêre,dê dem gelek şahidan nîşan bide.
Belê, ji civakê re şert û mercên pîr û pergalê ew ku divê çînên civakê ji hev dûr nemînin, tebeqeya esilzadeyan ji tebeqeyên gelî, çînên zengînan ji çînên feqîran neqetin ku silayê rehm neqete. Hal ev e ku bijîna faîzê û bi mirina zikatê navbeyneke fireh vebûye, dûrahiyeke wisa çêbûye ku tora ku du tiştan digihîne hev, qetiyaye.
Derdanê faîzê û banka asteng in; Lewra dibin sedem ku dewlemendî di destê xudkaman de bicive. Belê, bi van deriyan, serwet û xwedîbûna milk,di kêm mirovan de dicive. Heke bi van her du dustûran neyê belavkirin, dê bê rapêçandin.
Peyva duduyan ku bi hêrs, xudkam û zalim e, pêşveçûna mirovahiyê wisa dihejîne ku ew maye biavêje agirê serûbin bûnê. Yek dermanek vê bobelata herî mezin heye: Ew jî qedexebûna faîzêye û ji jiyana civakî jiholê rakirina hemû navgînên faîzê ye.
Peyva pêşî ya xedar ku bê merhemet û nefsperest e, alema mirovahiyê tîne zelzeleyê û ew maye ku qiyametê bi serê wê de bîne. Tenê dermanek heye ku nîjada vê peyvê jêbike, ew jî zikat e û sedeqe ne ku zikat bi wan newaze dibe. Û kemilandina wî yî ew e ku ji bo Xwedê bête dayîn.
Lewra tesediq çawa di mal de dibe, di ‘îlim, raman û kirinan de jî dibe.
Heke ku şahek zarokek bikuje, şerî‘et hukmê qisasê datîne, her duyan jî yek dibîne.
Dijberî nav diguherînin, cî diguherînin. Li zulmê edalet, li cîhadê raperîn, li esaretê jî navê azadiyê tê danîn.
Yê ku xweş bibîne dê xweş bifikire. Yê ku xweş bifikire, dê ji jiyana xwelez-zetê bigre.
Her kes, fêkiya ku dixwaze û ji xwe re baş dibîne, jê dike.
Di karên mezin ên cihê cihê de, tenê dîtina kêmasiyan cerbezetîye; dixape û dide xapîn. Teybetiya cerbezeyê ew e ku xerabiyê li hev zêde dikeû bi vî awayî wê li hemberî başiyê serfiraz dide nîşandan.
Moz avê vedixwe dibe hingiv. Mar avê vedixwe dibe jehrî.
Gava ku erd, bi hejeke dehşetiyane hejiya û wê ew giraniyên nava xwe derxist û merivan got “Ev çi ye?” Ha wê rojê, erd, agahiyên wê dibêje. Çimkî Rebbê wê, jê re wehiy kiriye. Wê rojê, ji bo ku ‘emelên wan ji wan re bêtin nîşandan, komo komo derdikevin. Kî ku bi qasî zerreyê xêr kiribe, wê dibîne. Kî ku bi qasî zerreyê şer kiribe, wê dibîne. (Sûreyê Zîlzal: 1-8)
Heqîqet, çi qas qels be jî, namre. Belkî di şikl û teşeyan de seyr û sefer dike. Heqîqet mezin dibe, înkîşaf dike, ciwan dibe.
Gava ku tiştek, di nav qanûnê tekamulê de be, di wî tiştî de xurtbûn,mezinbûn û geşbûn heye. Gava gurûgeşbûn û mezinbûn hebe, jêre imrekî tebîî heye. Gava imrê tebîî hebe, jê re ecelekî fitrî heye. Bi lêkolîneke berfireh sabit e ku ji nehpika mirinê, nikare xwe xelas bike.Çawa ku merivek, alemeke piçûk e, nikare ji felişandinê xelas bibe,alem bi xwe jî merivekî mezin e û ew jî nikare ji ber pençikên/nehpikênmirinê xelas bibe. Ew jî dê bimre, peyre dê bête vejandin an jî dê rakeveû bi sibeha heşrê re, dê çavên xwe veke.
Cewherê meriv, mezin e, namzedê ebedê ye. Mahiyeta meriv bala û ‘alî ye. Îca cînayeta wî/wê jî gelek mezin e. Întîzama wî jî girîng e. Dirûvê wî nade wan kaînatên dî. Nabe ku bê întîzam be, nabe ku bê îhmalkirin, beredayî,ebes nabe, bi fenatiya/tunebûna ebedî mehkûm nabe û nikare bireve tunetiya rastîn. Cehennemê devê xwe vekiriye; Cennetê jî ew hemêza xwe ya nazenderî vekiriye û her du li bendê ne dipên.
Ev dunyaya teng, ne musaîd e ku ew îstîdatên bêsînor ên ku di ruhê beşer de hatiye bicîkirin, bikeve simbilan û vebe. Diyar e ku dê bê şandin, alemeke dî.
Em di vê alemê de gelek dibînin ku zalim,facir, xedar, imrê xwe di refah û rehetiyê de derbas dike. Hal ku hale, mezlûm, feqîr û mutedeyyîn û kesên ku xwedî xuy û exlaqê xweş in,jiyana xwe di nav zehmetî û zelîliya mezlûmiyê de derbas dikin. Peyre mirin tê; wan her duyan jî dike wek hev. Heke ev wekhevî, bê dawîbe, zulûm dixuye. Hal ku hal e, bi şahidiya kaînatê sabit e ku edalet û hîkmeta Îlahî, pak û paqij e ji zulmê. Îca ji ber xatirê vê yekê, ev edalet û hîkmeta Îlahî, îqtîza û pêdivî dibîne ku ciyekî dî yê lêkombûnê hebe;da ku yên zalim/ê yekê cezayê xwe bibîne; yên mezlûm/dê uduyan jî mukafata xwe bibînin.
Kî ku liwicdanê xwe yê şiyar guhdarî bike, dê dengê “ebed, ebed” bibihîse.Xuya ye ku ji bo wê hatiye xuluqandin.
ew seadeta ebedî ku serokê temamê nîmetan e û serê wan û encama wan e, gavaku ji merivahiyê re neye dayîn, temamê nîmetan jî vediguherin niqmetû ezabê.
Çawa ku di pey şevê de sibehê; di pey zivistanê de beharê dihûnin, agahî didin ku di pey mirinê de, sibeha qiyametê, dê ji wê dezgehê, ji wê saeta mezin derkeve.
Nexuyabûnî, ji nemewcûdiyêre nabe delîl.
Jiyan, delîlekî herîronîdar û nîmetekî herî mezin ê Zatê Zulcelal e û tecelliya merhemeta wî ye û neqşekî wî yê wisan zêde nezîh û herî xefî û deqîq e ku naye zanîn.
Mêze bike, cismekî bê-jiyan, hekemîna çiya be jî, êtîm e, munferîd e, bi tena serê xwe ye, xerîb e. Têkiliyawî tiştî, tenê bi wî mekanê wî re û bi wan tiştên ku tevlî wî dibin reheye. Wekî dî çi jî hebin, ji bo wî, ne mewcûd in. A niha binihêre, gava ku jiyan dikeve cismekî piçûçik, mesela gavadikeve mêşa hingiv, bi temamê kaînatê re munasebeteke wisan çê dikeku bi temamê taîfeyên xwe, bazirganiyeke wisan eqd/peyman dike ûli dar dixe ku dikare bibêje: “Alem, baxçeyê min e; roja min dibiriqe.”Bi wan deh hestên xwe yên ku saîqe/sewqîkar û şaîqe/şewqîkar in, bipi-raniya cûreyên dunyayê re dest bi îhtîsas, dostanî, danûstendin ûteser-rufê dike.
Hundirê her tiştî, hetta hundirê meyweyan ji derveyê wan, batinêwan ji zahirê wan, muntezemtir, letîftir, henûntir û sen’etkartir e. Ev jînîşan dide ku hukum, ê melekûtê ye. Ew sebebên maddî, tenê hin-cet/behane ne, tabi’in; ku ne wisan bûna, diviya ku zahir, mukemmeltirbûya. Çawa ku ruh, wê kutleya mezin, îstîdam dike, dikare zerreyekêjî îstîxdam bike. Li ser vê bingehê, di alema mîsalî de, dibe şexsekî bikulîlk.Mîna wê dendikê ye ku di alema axê/turabê de dendik e; lê dialema hewayê de, dareke meywedar jê derdikeve
Hem ji bilî wan maddeyên ku her kes bi wan dizane, di alema mulkê de, tereşşuhat/zeraq, lemeat û fêkiyên gelek serçavî û çavkaniyan hene ku bi ti awayî, li serbingeha madde û tevgerên maddeyê, nayin ravekirin. Nexwe alema mulk û şahidiyê/xuyaniyê, li ser alema melekût û ruhan, perdeyeke bitentene ye.
Bala xwe bide wan hestên heywanikên mîkroskobîk/hurdebînî, bibîne bê ka çi qas nêrîntûj in ku azayên xwe, rizqêxwe dibînin; dengê birayê xwe dibihîsin, îlaaxir Nexwe hest û pêjnênwan, bi hezaran carî, ji yên me şedîdtir û tûjtir in.
Madde, ne esil e; tabî ye. Madde ne ew e ku jê rexizmet tê kirin; belê ew bi xwe xizmetê dike. Ne hakim e; mehkûme. Lubb/puxte, esas û musteqerr/zexm nîne; îca qişirek/qalikek, kefekû sûretekî wisan e ku tim amade ye ku bişkê, bihele, biqelişe. Çimkîgava ku meriv, bala xwe bide wê mîkroba ku bi aletê mezinkirinê, bimîkroskobê, bi hezaran carî tê mezinkirin û hîna nû dixuye, tê dîtin kumadde, çi qas piçûk bibe, eserên jiyanê û nûra ruh, ew qas zêde dibinû şedîd dibin. Madde, her ku zirav û tenik dibe, her ku ji me bi dûr dikeve, nêzîalema ruh û alema jiyanê dibe û germiya ruh, nûra jiyanê, bêhtir bişedîdî tecellî dike
Îca yên fîlozof/hukema û ew kesên îtîqadqels, wisan zêde wan jî bal û dêhna xwe daye ser maddeyê kuew jî ji xwe ve çûne û bi vî awayî, ew jî ji ilm û têgihîştina Ulûhiyetê dûr ketin. Wan ew qas zêde girîngî da maddeyê ku êdî wan her tişt di maddeyê de dîtiye, hetta wan xwestiye ku Ulûhiyetê jî, bi maddeyê ve bikelijînin û peyre li wan wisan bûye ku wan, êdî pêdivî bi Ulûhiyetê nedîtiye û ketine ser wê rêya ku ji Heqqiyê aveger bûne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir