İçeriğe geç

Çavxezal Kitap Alıntıları – Qahir Bateyi

Qahir Bateyi kitaplarından Çavxezal kitap alıntıları sizlerle…

Çavxezal Kitap Alıntıları

Madibe ku jiyan bayekî azadîyê be ku mexreban li serê banîyeke bilind pora şervanan radike reqsê ? Dibe ku jiyan xwendina bilbilê dilkovan be .,,
Erê jiyan tu çi yî , tu li kû yî , tu malê kê yî û tu di kîjan xeyalê de veşartî yî ?
Belê çavxezal,edî dizanim ku tu xeyal î.
Xeyala xeyalan î
Tenê kêfxweşbûna te dikare min kêfxweş bike.
Tu ezîz î, ezîz bimîne.Dost bimîne
Xewneke ku xeyalên mirî zindî dike.
Çi bikim,ne bi destê min e.Nikarim bi elimim jiyanek bêyî te.Bi xeyalên jî be,jiyan bi te re xweş e.
“Dermanê ehmeqiyê tune ye.”
Di berbanga çavên te de bumê peleke weşyayî
Her xeyalekê tu bêtir li ber dilêmin şêrîn dikirî
Awirên te her hêleke dilê min kiriye birînek kul.
“Sebra min,hemû gulên min bibe,bila ji te re bin tev.
Ne tenê gûlên min,dilê min,hêvîyen min,ruhê min

û min jî bibe.”

Ma dibe ku jiyan peyveke şirîn be ku dayikek ji ewladê xwe re, yan jî evîndarek ji evîndara/ê xwe re dibêje?
Ji te,çavên te veger gellek dijwar ê.
“Senden,gözlerinden dönmek çok zor ”
Lê hîn jî tu tune yî.Wegara te tune.Tenê êşa te,valahîya ku te di nava min de hiştiye heye.
Serê evîndar wekî çiyayê bilind tim bi mij e.
Hemû gotinên te,hemû jehra te dikim qurbana delalîya te.
Tu kengî bûyî dil kevir?
Tu ezîza ber dilê min..
Bêhnkirina porê te tune bû
Tebê,tenê mêzekirina çavan,
çavên te,çavên xezalîn hebû..
Lê ew xeyal nebûn,an jî xeyalên mirî bûn
Dîtina te ji bo min bes bû.
Di wê cîhanê de ez û tu hebûn.
Lê tu xeyal ji bî,dîsa tu i qasî xeyala xwe şêrîn î.
Ji ber ku tu bi xwe xeyal î çavxezal.
Xeyalek rizî ye xeyalek
Tu dizanî çavxezal li vir her tişt guherîye?
Bir ferdi olduğum insanlık, ah ne kadar az idi gerçekten; derinliklerine erişemediği yeraltı ile sonsuzluğa uzanan gökyüzü arasındaki dünyasında, ancak basabildiği toprakla ve varabildiği menzille sınırlıydı; ne kadar âciz, bilgisiz ve çaresizdi!
Te dilê min hem kiriye jingeh,hem kiriye êşgeh.
Di nava rêzikên pirtûkan de li te digerim
Tu li min wenda,ez li xwe wenda.
Zikrê ku li ser zimanê min e tu yî.
Tu ji min dûr,ez ji te dûr..
Li serê vê riyê me
Belengazim.
Bi tenê me.
Li serê vê riyê me,
li benda te me.
Lê tu tune yî.
Rewşeke di navbera mirin û jîyanê de ye.
Ne dikarim jê re bibêjim mirin ne jî bibêjim jiyîn.
Ma tê bîra te,te ez di dergûşa çavên xwe radizandim?
Min wê demê çiqas ji wan çavên te yên delal hes dikir.
Jixwe min tenê wê demê qedrê dinyayê zanîbu.
Dîn bûye çemê dilê min
Piştî çûyîna te bûme gunahkarek di nava bîranînên te de ji bo careke din ditina çavên te.
Evîna te baranek e.
Dema ku ez tî me
Baz didim û diçim ber bi wê
Ji nişka ve disekine.
•••
Evîna te Baranek e.
Dema ku ez ne tî me
Li hundir im
Ji nişka ve dike barîn.

Şêrko Bêkes

De ka bêje! Li serê kîjan rîyê bibim derwêş û li benda hatina te bim?
Dema ku mirin bihata wî geliyî me dê mirin bikuşta.Li wî gelî tenê wê jiyan hebûya,em ê jî bibuna parçeyek ji we jîyanê.
kilê çavên xwe bike merhema birîna min
Tu bûyî birîna min.
“min nehêle ”
Êdî hew dikarim çavên te ji çavên dilê xwe derxim.
Paşerojekê wendayî û pêşerojeke kambax.
Te hemû xweşikiya çavên xwe mîna tofanê bi ser min de berda.
her du çavên te diman di bin porê te de.Lê te zû tiliyên xwe yên nazdar didan binê pora xwe û te çavên xezalîn di bin perdeyê pore xwe de derdixistin..
Min rewşa te nedizanî,le belê çavên te pir bêdeng bûn.
Ez li vir lê hiş li cem te
Dilerizim.Lê ne ji ber sermayê.ji ber êşa te.
Poşmanî,poşmanbûna ji te dûrbûnê.
Nalîna min,nalîna wê.Êşa min,êşa wê..
Ew ne ez im,tenê dilê min e.Dilê dîn..Dînê te
Bi ku de biçim dilê min li cem te dimîne..
Dil tijiyê bi êşa te.Bi kul û xemên te
Te çi bi min re şand?
— Dibe ku tu bibêjî min dîlê wî vala şand. NA!
Na,dilê min ne vala ye.Te dilê min tijî şand.Te dagirt.
Ez baş dizanim her cara ku ez li pey xwe binêrim wê reqsa dilê min yê ku di nava agirê te de xirab bibê
Ji ber ku dizanin ku bê feyde ye.Dizanim ku çavên te ne li riya min in
Diçim Li pey xwe nanihêrim .Tenê serê xwe dixim nava destên xwe û dişîdînim
Tu diminî.Tu û bajêr.Ez diçim.Ez û kulên xwe
De ka bibêje çi bi şewqa wan çavan hatîye çavxezal?
Îşev bêdeng in çavên te.Wekî bêdengîya min
Şewqa ku di çavên te de bû,di stêrkan tunebû..
Ji ber ku çavên te ji hemû stêrkan xweşiktir bûn.
Te bi bîrtînim.Bi te re me bi ruh,bi raman,bi fikir,bi xeyal..
Îşev çavên te jî bêdeng in.
Va ye dîsa li ber kaniya çavên te rûniştime
Ew xema bênav bêrîkirina te bû çavxezal..
Min dikir û nedikir ji min dûr nediket.
Haya wan ne ji bayê felekê hebû
Ti dizanî nalîna hêvîyan çiqas giran dike barê şevê.
Ma tu dizanî tenêbûn çî ye?

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir