Ebdulla Peşêw kitaplarından Şewnamey Şaîrekî Tînû – Şevnameya Şaîrekî Têhnî kitap alıntıları sizlerle…
Şewnamey Şaîrekî Tînû – Şevnameya Şaîrekî Têhnî Kitap Alıntıları
Niha Ji bo te rojê radigirim,
Nahêlim weha zû ava be .
Nahêlim weha zû ava be .
Ji te hez dikim sed qasî dûriya asman.
Pir ditirsim,
Di nav malikên şî’rên min de bajar te binase
Di nav malikên şî’rên min de bajar te binase
Ez çar sal in te dixwînim
Çend baskên bîra xwe li hev didim,
Ne têr dibim, ne ji te fêm dikim
Çend baskên bîra xwe li hev didim,
Ne têr dibim, ne ji te fêm dikim
Xwedaya xewê!
Va du sal in nimêj dikim,
Hawar dikim,
Çok dişkînim ber piyên te,
Da ku kêlyek bîr û hişêm ji kar bixî,
Aram bibim, meşkol bigrim, bêjim oxeyş!
Va du sal in nimêj dikim,
Hawar dikim,
Çok dişkînim ber piyên te,
Da ku kêlyek bîr û hişêm ji kar bixî,
Aram bibim, meşkol bigrim, bêjim oxeyş!
Ey çavkaniya helbesta xwerû!
Hunermendek bûm, gelek ji xwe razî
Min dixwest te bikim
Tabloyeke rengîn a xwedayî.
Min dixwest te bikim
Tabloyeke rengîn a xwedayî.
Pir ditirsim,
Di nav malikên şî’rên min de bajar te binase
Di nav malikên şî’rên min de bajar te binase