İçeriğe geç

Li Mala Mîr Kitap Alıntıları – Fırat Ceweri

Fırat Ceweri kitaplarından Li Mala Mîr kitap alıntıları sizlerle…

Li Mala Mîr Kitap Alıntıları

– Gelo Hawar çi ye ?
+Hawar dengê zanînê ye.
– Zanîn çi ye ?
+Zanîn xwe nasîn e.
Hilweşandina stûnekê hêsanî ye . Huner di rastkirina stûna xwêl de ye.
Axayên rastîn ew in ko xulamîya miletê xwe dikin.
Gava pelên direxkan şîn dibin, yên darên kevnare diweşin.
Bi ruhnahiya dilên xwe hawîrdora xwe dibînin.
Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.
Ji bo hînbûnê tucaran wext ne dereng e, û wextê hînbûnê li tu kesî nabore.
Xwendin û nivîsandina kurdî ji her zimanî hêsantir e.
Fırat Cewerî: Gelo ev tarîxa 15ê Gulanê ji bo kurdmancan tê çi maneyê?

Mîr Celadet Alî Bedirxan: Ev roj di jiyana kurdmancan a civakî û edebî de rojeke tarîxî ye. Di vê rojê de Kurdmanc bûn xwediyê elfabêke biserxwe, elfabêke kurdî û ji nîrê elfabiyên miletên din, miletên biyanî xelas bûn.

Fırat Cewerî: Gelo miletên bindest bi çi awayî dikarin heyîna xwe ji serdestên xwe biparêzin?

Mîr Celadet Alî Bedirxan: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin.

-Çi ne ew herdu çek?

-Ol yek, ziman dido.

Bi ruhnahiya dilên xwe hawîrdora xwe dibînin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir